Li Rojgera Ceresê Molekûlên Organîk

Li Rojgera Ceresê Molekûlên Organîk

Li Ceresê, rojgera herî piçûk ya di pergala rojê de ye, têkeliyên karbonê hatin dîtin ku têkeliyên karbonê dişibin kevirên li ser rûyê erdê yên pê xanî têne çêkirin. Ceres bi çapa xwe ya 950 kîlometreyê li ser kembera asteroîdan ya di navbera Mars û Jupîterê de ye, rojgera herî mezin e û li hember rojgera me sê caran dûr î rojê ye.

Vedîtina têkeliyên organîk bi keştiya fezayî ya bi navê Dawn pêk hatiye ku Dawn keştiya fezayî ya NASAyê ye. Bi vê vedîtina nû ya li ser rojgera bi cemed û baxir, girîngiya derfetên vejiyînê yên li ser wê rojgerê zêde dibin. Li pey Ceresê, Mars, heyvên Jupiter û Saturnê ku giş di pergala rojê de ne, weke şûnên girîng yên bi derfetên vejiyînê hatine destnîşankirin û pêdivî bi xebatên nû û berfirehtir heye.

Keştiya fezayî Dawn bi qasî du salan li dora Ceresê dizivire û di rêgeha wê de xebatên xwe pêk tîne û dîsa berê bi xebatên Dawnê li Ceresê hebûna avê hatibû dîtin, beşek ji ava heyî cemidî û beşek ji şilavî bû. Dibe ku li binê axê derya û heta okyanûs jî heye.

Rêveberê lêkolîne Christopher Russell wiha dibêje; “Li gor bîr û baweriya min, li Ceresê vedîtina molekûlên organîk ji jiyana bakteriyolojîk dûr in, lêbelê ji me re tiştekî girîng eşkere dikin, tiştê girîng jî ev e; li Ceresê pêdivî bi berdewam kirina xebatên destpêkirî û pêkanîna xebatên nû û berfireh heye.”

Metîn Eser

Çavkanî: Science

Bersivekê binivîsin