Girîngiya Felsefeya Hegel

Girîngiya Felsefeya Hegel

Girîngiya Felsefeya Hegel | Ali Gurdilî

George Wilhelm Friedrich Hegel (1770-1831) ew fîlozof e, ku şeklê herî dawî daye îdealîzma alman û îdealîzma alman, gihandiye encamên mentîqî. Ramanên fîlozofên berîya xwe yên wekî Fichte û Schelling, bi awayê sentezeka hevgirtî û bi awayekî ku mirov û hemû gerdûnê biguncîne, raxistiye holê. Sîstema Hegel, di dîroka felsefeyê de sîstema herî mezin ya dawî ye. Herweha dîsa yê ku rêbaza/metoda dîyalektîkê bi awayekî nekêm bikar anîye, dîsa Hegel e. Bi vî awayî jî, têgeha guherîn û çêbûnê ji nû ve, beyî ku ji holê rabin yan jî bandûra wan ji holê rabe, carekê din xistiyê qada ramana felsefî. Wekî tê zanîn, Hegel wekî damezranerê îdealîzma dîyalektîk jî tê pejirandin. Ji bilî vê yekê mirov dikare bibêje ku felsefeya Hegel, gelekî bandûr li marksîzmê jî kiriye û marksîzm, gellekî di bin bandûra felsefeya Hegel de maye. Bi awayekî kûr ji bo têgihiştina marksîzmê, pêdivî bi zanîna felsefeya Hegel heye, heta em dikarin bibêjin ku ev yek şert e jî.

Di Felsefeya Hegel De Xweza…

Di ramanên Hegel de xweza, îdeyek e (heyîna teqez e) ku ji xwe der çûye û cihêreng bûye. Têgeha îdeyê ku têgehek razber/nedîtbar (soyut) û cihêreng e, yeko yeko vediguhere heyînan, ango dibe heyîn û bi vî awayî jî dibe heyînek, dibe heyînek ji derveyê xwe. Ji ber vê çendê jî yekîtiya îdeyê, di xwezayê de bi awayekî eşkere xwiya nake, xwe vedişêre û nûxamtî ye, lewma jî em di xwezayê de piraniyê dibînin. Herweha heyînên yeko yeko yên ku di xwezayê de hene; hebûna xwe ji xwe wernagirin, ji îdeyê werdigirin û bi îdeyê re jî bi temamî ne guncan in, di navbera wan de lihevhatinek berbiçav jî tune.

Jiber vê yekê jî, di xwezayê de herdem dibetiyek li ser kar e…

Derketina derêxwe ya îdeyê ku dibe bîyaniyê xwe, di xwezayê de tê dîtin. Heyîna teqez (heyîna mitleq) ji bilî xwe, li derveyê xwe dibe heyînek û dibe bîyaniyê xwe. Di ramanên Hegel de bingeha ramana bîyanîbûnê, ku piştra di felsefeya Marksîst de bûye xwediyê cîhekî girîng, ji vê niqteyê tê. Serê binî yê xwezayê ew îde ye ku bi temamî bûye bîyaniyê xwe û wisa jî, xwe daye der.

Serê jor (raser) jî kurêmirov e ku xwedîaqil e û têdigihêje hişmendiya xwe. Kurêmirovî jî; di xwezayê de dertê holê, û di xwezayê de dibe heyîn. Lê lawêmirovî hêdî hêdî xwe ji xwezayê dûr dike, digihêje bîra/hişê xwe, ber bi îdeyê ve (heyîna mitleq) ve diqeside, têdigihêjê û bi vî awayî, ew bîyanîbûn û xwe xerîbdîtin, ji holê radibe. Careke din, digihêje yekîtiyê.

Ango yekîtiya teqez; di ramanên mirovî de carekê din tê têgihiştin, ji nû ve tê raxistin. Bi vegotineke din xweza, kedeka mezin e û dixwaze ku bigihêje bîra xwe û koka xwe binase. Herweha armanca felsefeya xwezayê jî, şirovekirin û destnîşankirina vê berfirehbûnê ye ku gav bi gav pêk tê…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

24.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî. Çap nebûye.

3- http://www.felsefevan.org/felsefeya-zanayiye-ya-hegel.html

4– http://www.felsefevan.org/di-felsefeya-hegel-de-xweza-2.html

5- http://www.felsefevan.org/giringiya-felsefeya-hegel-1770-1831.html

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin