Haci Encu: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?

Haci Encu: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?

Haci Encu: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?

Felsefe, ji neteweyê kurd ne tenê pêdivi ye, wekî ku di ola islamê de dibêjin, ‘ferz’ e. Erê rast e, felsefe ji bo me kurdan pêdiviyekî ferz e.

Çima gelo?

Çimku, felsefe xwefamkirin e. Felsefe fehmkirina mirov e, fehmkirina xweza ye, fehmkirina ol û Xwêdê ye. Felsefe, fehmkirina jiyanê ye. Felsefe, dîtina pêşroja xwe ye. Di nav çanda cîhanê de, pêşxistina şaristaniya xwe ye. Ev çend tiştên min gotî jibo me kurda pêdivi ye. Pêşxistin û bidestxistin û serkeftina wan pêdiviyane jî, dikare bi felsefeyê pêk were. Dawiya pêşxistin û bidestxistina wan pêdiviyan jî, di heman demê de serfiraziya mirov e. Belê, felsefe ji bo me ferz e.

Niha jî bi kurtasi ez dixwazim li ser gotina Hz. Zerdeşt ya ku gotiye ‘baş bifikire, baş fam bike, baş bibêje, baş bike.’ rawestim û  ramanên xwe yen li jor pîçekî eşkere bikim. Ev gotina Hz. Zerdeşt, mîna rêza jiyana mirova ye. Mirov, Xwêdê didê ser dinê ewil  fehma xwe dike û xwe nas dike. Dûre fahma mirovan dike û mirovan nas dike. Yên ku ewilî wan nas dike jî dê û bav in. Dûre xwezayê fam dike, dûre axiftinê fêr dibe, dûre ked û kar ji xwe digrê. Mirov heta 2 salî xwe difikire û xwe nas dike. Ji 2 sali heta 7 saliya xwe, axaftinê baş fêr dibe. Ji 7 salî heta 18 saliya xwe jî, ked û kar ji xwe digre.

Yanî jiyana me de ya yekemîn, fikirîna baş û famkirina baş e. Ya dûyemin, axiftina baş e. Ya sêyemin jî, baş bikaranin e. Jiyana me, wusa heta mirinê didome. Lewre dive em jî felsefeya xwe, li ser vê ramana Hz Zerdeşt ava bikin û bi kar bînin. Neteweyên li dinê gişt dewlet, ol, raman û nirxên xwe, li ser felsefeyeki dihonin û jiyana xwe bi wî hawî didomînin. Em kurd jî divê qimeta çand û felsefeya xwe bizanibin û lêkolinên xwe yên ser raman û felsefeyê, herdem kûr û berfireh bikin. Ev yek, şertekî pir girîng e ji bo me.

Haci Encu /01.03.2016 

Bersivekê binivîsin