Suleyman Tekin: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?

Suleyman Tekin: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?

Suleyman Tekin: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?

Felsefe lêgerîn, hînbûn, fêmkirin û watedayina jiyanê ye. Felsefe bingeha xwe li ser hemû zanistan, çi madî, çi manewî datîne. Hemû zanîn, raman, heyber, enerjî û hwd.  babetên felsefeyê ne. Mirov li gor zanebûna xwe, wateyek dide jiyanê û li gor vê watedayinê tevdigere. Li gor vê watedayinê difikire, tevdigere, dibe xwedî exlaq, dibe xwediyê karekterekî. Li gor vê karektera xwe jî çarenûsa xwe dijî.

Mirov ji heyîna xwe ve hewl dide ku jiyanê fêm bike. Hem jiyanê û hem jî mirinê. Ji ber ku hişê mirov nahêle ku raman û hestên meriv bi mirinê re tune bibin û herin. Ji ber ku jiyînê heta dawiyê di hundirê xwe de hîs dike. Nizane ka piştî mirinê dê weke ku di xewnê de jiyana wî/wê berdewam dike yan weke kulîlkekê diçilmise û wekî ku qet nehatiye dunê tune dibe dihere. Dihê zanîn ku enerjî  tune nabe lê diguhere, vediguheze enerjiyeke dinê. Piştî mirinê bedena meriv diguhere, enerjiya hundirîn diguhere, lê em hîna nizanin de ka fikrên meriv, ramanên meriv çawa diguhere û vediguhere enerjiyeke çawa. Piştî mirinê dê jiyanek çawa li bendê be. An jî bes tunebûn. Meriv nizane ka bi mirina bedenê re hestên meriv jî dimirin yan na.

Ev pirs, tirs û guman meriv li pey lêgerînan dixîne û hewl dide ku bersivekê ku dilê wî bi huzûr dike bibîne. Meriv dikare bibêje ku felsefe bixwe zimanê jiyanê ye. Ji bona fêmkirina jiyanê divê ziman were zanîn. Meriv çiqasî ziman baş bizanibê dikare jiyanê baştir fêm bike û bide fahmkirinê. Bêfelsefebûn, bêziman mayin e. Zimanê jiyanê bi zimanê dayikê fahm bikin.

Suleyman Tekin / 01.03.2016 

Bersivekê binivîsin