Havîn Acar: Cih û warê felsefeyê binê konê pirsê ye.

Havîn Acar: Cih û warê felsefeyê binê konê pirsê ye.

Havîn Acar: Cih û warê felsefeyê binê konê pirsê ye.

Cih û warê felsefeyê binê konê pirsê ye. Ger ew konê pirsê tune be li cihekê felsefe jî tûne ye. Em dikarin bibêjim malzaroka felsefeyê pirs bi xwe  ye. Ji ber vê  yekê mirov dikare bibêje felsefe bersiva pirsa bi navê jiyanê ye. Ji bo fêmkirin û têgihiştina jiyanê jî divê her mirov li binê konê pirsê pala xwe bide sêpiyên kon. Felsefe meşa watedayîna jiyana mirov e. Ji bo kû mirov di vê meşê de bigihêje armanc û dawiyeke watedar, divê kîsikê felsefeyê bi serê gopalê milê mirov de be. Felsefe bi rêya pirs û lêgerînê gerandina bersivê derfetê dide daku em xwe baş binasin, ji ber ku xwe nasîn lêgerîneke mirovî ye, tiştên ku di jiyana me de rind û qirêj bin, bi rê û rêbazên felsefeyê derbikevin holê; her weha daxwaza têgihiştina bûyeran dike û wateyê dide jiyana me. Lewre jî, pêdiviya me bi felsefê heye.

Havîn Acar

08.03.2016 

Bersivekê binivîsin