Rifat Yildiz: Pêdiviya me çima bi felsefeyê heye?

Rifat Yildiz: Pêdiviya me çima bi felsefeyê heye?

Rifat Yildiz: Pêdiviya me çima bi felsefeyê heye?  

Felsefe çi ye dibêjin di van rojên dawiyê de.

Xwe aşogurokirine ji hêla mêjî ve û li dora hevdû çûyîn û hatine felsefe ji alî hiş û mêjî ve. Heta newala bersiva pirsê gindirandin e  felsefe. Xwe gêrkirin e li pey pirsên zîldayî yên di mêjî de ji bo devşilkirina pirsan. Felsefe di daristana bi navê jiyanê de derketina serê darek mazî ve ji jor de li belengazîya jiyanê nêrînek ji çavên pirsê ye. Felsefe di nav daristana gur ya jiyanê de xwe hindakirin û li xwe gerîn e bi alîkarîya pirsan. Felsefe ji daristana jiyanê gurzek pirsên ji êzingên terr li ser pişta mirov e lê werîs bi heçûyên jiyanê ve hatiye fewaxkirin heta rastî dasa ji bersivan bê. Felsefe ketina pey şopa wateyê ye di çemê famkirinê de.

Di çemê famkirinê bi saya felsefeyê ava xwepaqijkirinê bi serî de kirin e ji bo hênikirina jiyanê. paşê bi saya felsefeyê ajotina bexçeyê fêmkirinê ye di bin siya darên pirsan de. Ji ber vê yekê divê her mirov carek di nav vî daristanê de winda bibe ji bo ku riya rast bibîne an xwe aşoguro bike. Divê li ber derîyê her kesî yê mêjî gidîşek çilo ji pirsên daristana jiyanê hebe ji bo jiyanek watedar. Ji ber vê yekê pêwistiya me bi felsefeye heye bawer kin.

Rifat Yildiz 

08.03.2016 

Bersivekê binivîsin