Helbesta ‘De Rerum Natura / Li Ser Xwezayê’

Helbesta ‘De Rerum Natura / Li Ser Xwezayê’
Feylesofê Lucretius (B.Z.95-52) bi armanca nasandina felsefeya epikurosparêziyê, bi navê ‘De Rerum Natura / Li Ser Xwezayê’ helbesteke gelek dirêj dinivîsîne û bi riya vê helbestê, felsefeya epikurosparêz di çanda romayî de dide naskirin. Bi nivîsandina vê helbestê armanca wî ew bû ku epikurosparêziyê derbasî çanda romayî bike û bide naskirin. Ev helbest, bi latînî hatiye nivîsandin û yek ji wan şaheserên edebiyatê ye. Di helbestê de tê dîtin ku helbestvan, baweriya xwe bi felsefeyê tîne û wiha bawer dike ku dê bi saya felsefeyê ji waswas û dînitiya xwe xilas bibe, lewre carinan dîn jî bûye. Mixabin di dawiyê de jî, xwe kûştiye.
(Çavkanî: Dîroka Felsefeyê – Ali Gurdilî)
Latest posts by Felsefevan (see all)
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021