Nepeniya Li Ser Mirovên Bejinbost

Nepeniya Li Ser Mirovên Bejinbost

Sira-nepena li ser Hobbitê (mirovê bejnbost-cûce) ya li girava Flores-Endonezyayê hêdî hêdî tê berterefkirin lewre gumana ku mirovê bejnbost bi deh hezar salan li nik mirovê modern re jiya ye, ne rast bûye. Hate vedîtin ku dawiya mirovê bejnbost yê bi lingên mezin 50.000 sal berê, bi hatina pêşiyên me, hatiye.

Ev yek ji lêkolîna nû ya ji bermayiyên mirovê bejnbost yên di şikeftekê de ku cara pêşîn di sala 2003an hatibû vedîtin, diyar bû. “Homo floresiensis” mirovê piçûk yê bi qasî metreyekê dirêj û bi kapasîteya mêjiyî yê bi qasî mêjiyê şempanzeyê bûye. Bandora veguhartinên yên li girava teng li ser mirovê bejnbost jî eşkere bû lewre heywanên guhandar yên weke fîl, xezal û hespên avî jî piçûk bûn.

Wisa jê dihate fahmkirin ku mirovê bejnbost heta 120.000 sal berê, beriya destpêka serdema çandiniyê, jiya ye. Şûnwarnas li xwe mukir hatin ku şaşitiya xwe di Naturê de serrerast kirin û wiha gotin: dawiya mirovê bejnbost ya paşin, li der û dora 50.000 sal berê hatiye. Hanneke Meijer ku li zanîngeha Bergen ya li Norweçê paleontologa balindeyan e û herwiha di vê lêkolîne de cih girtiye, wiha dibêje; di dawiyê de em gihîştin wê encamê ku dawiya mirovê bejnbost dikare bi çûyîna mirovê modern ya li Endonezyayê û Awistralyayê ve hatibe, û dîsa dawiya heywanên mezin û balkêş di wê serdemê de hatiye. Divê teqez tiştekî bingehîn pêk hatibe lewre tevahiya ekosîstemê hatiye guhartin. Hanneke Meijer wiha dibêje; em nikarin bibêjin ku teqez veguherînin pêk hatî, ji ber çûyîna mirovê modern bûye lewre dikare ji ber bobelatên hêtûnî-volkanî jî pêk hatibe.

Paleontolegê balindeyan Hanneke Meijer wiha didomîne, di lêkolîna nû ya li şikefta Liang Bua de îskeletên nû nehate bidest xistin. Li vir û wir çend hestî û hacetên ku hê jî analîz li ser tê kirin. Tiştên ku di wê şikeftê de tê dîtin, bi pirranî ji hestiyên mişk û koremişkan e. Herwiha hestiyên şevşevok, xizinde û bermayiyên çûkan jî tê de heye û ya herî kêm jî hestiyên mirovê bejnbost e.

Metîn Eser 

Çavkanî: Nature

Bersivekê binivîsin