Hespikên Avê Xwediyê Dirûv û Taybetmendiyên Ecêb in

Hespikên Avê Xwediyê Dirûv û Taybetmendiyên Ecêb in

Hespikên Avê Xwediyê Dirûv û Taybetmendiyên Ecêb in

Zanyar, sedema ku hespikên avê çima xwediyê dirûv û taybetmendiyên ecêb in, bi lêkolîneke berfireh vedîtin. Zanyar dema lêkolînên xwe li ser genoma hespikeke avê ku jê re “Hippocampus comes” tê gotin, pêk tînin, pêdihesin ku hespikên avê ji ber zû bi zû peresînê dirûvên xwe guhertine û xwediyê taybetmendiyên pirr seyr û ecêb in.

Pozê hespikên avê dirêj, devê hespikên avê piçûk û bê didan e, bê zik in, bocika hespikên avê bê perik e û bi tîkî ajneberiyê dikin. Lêbelê ji bilî taybetmendiyên li jor rêzkirî taybetmendiyeke hespikên avê heye ku taybetmendiya herî ecêb û seyr e, yên “nêr” ji zayîna çêlikên xwe berpirsiyar in. Hespikên avê ên nêr hêkên ku ji hêla yên mê ve li kîsika ser zikê yên nêr in, tê zêdekirin û di wê kîsikê de dol digirin, diparêzin û ji zayîna çêlikên xwe berpirsiyar in.

Zanyarên Alman û Çînî dema li ser genên hespika avê yê nêr dixebitin, di kîsika hespika avê yê nêr de genên têkiliya xwe bi dolgirtina hêkên hespika avê re hene, tespît dikin. Dîsa genên ku ji derketin û peresîna didanên masiyan û yên mirovan berpirsiyar in, û her wiha genên ji lebatên hespikên avê berpirsiyar in di genoma hespikên avê de tune ne. Sedema wê jî ji ber zû bi zû peresîna hespikên avê yên li hember masiyên din e.

Metîn Eser

Çavkanî: Nature / 21.12.2016

Bersivekê binivîsin