Lêkolînên Li Ser Lebatê Zayendî yên Guhandaran

Lêkolînên Li Ser Lebatê Zayendî yên Guhandaran

Lêkolînên Li Ser Lebatê Zayendî yên Guhandaran

Kîrê pirraniya ajalên ji malbata guhandaran bi hestî ne, lêbelê mirov ji wê hestiyê bêpar maye. Sedema ku lebatê zayendî yê mirov çima bê hestî ye ji bo zanyaran meseleyeke veşartî û nehênî bû. Zanyar di wê bîr û baweriyê de ne ku bersiva wê pirsa zehmet bidest xistine û bersiv jî ev e; “monogamî”, bi kurt û kurmancî “yekjinîtî-yekmêrîtî”.

Kîrê morsê (bi latinî Odobenus rosmarus) bi hestî ye, dikare bi qasî 60centîmetreyê dirêj bibe û dirêjiya bejna morsê jî li derûdora 2 metre û 2,5 metre ye. Hestiyê kîrê gorîllayê ji çend mîlîmetreyan ne dirêjtir e û hestiyê kîrê makiyê (lemur) bocik bixelek jî ji pêçiyeke me mirovan ne dirêjtir e. Her çiqas dirêjiya kîrê ajalên ji malbata guhandaran ji hev cuda bin jî pirraniya ajalên ji malbatê bi kîr in ku jê re baculum jî tê gotin, lê tiştê seyr û ecêb ev e ku lebatê zayendî yê mirov bê hestî ye.

Ji lêkolîna zanyarên ji University College London, Kit Opie û Matilda Brindle hate dîtin ku di navbera 145 û 95 mîlyon sal berê baculuma prîmat û ajalên goştxwer bi peresînê re rû bi rû mane. Wê gavê kîrê ajalên weke gergedan, keftar û hespê bi hestî bûye ku a niha bê hestî ne. Dîsa di wê dema peresînê de ajal ji ber hestiyê kîrê xwe dikaribû ji 3 deqîqeyan zêdetir cot bibin.

Matilda Brindle wiha dibêje; “Cotbûna demdirêj alîkariya ajalên nêr dikir ku ajalên mê dest bi lêgerîna nêrên nû nedikirin û tenê bi nêrekî re cot dibûn. Bi vê awayê ajalên nêr bi hêsanî dikaribûn taybetmendiyên genên xwe li yên mê zêde bikin.”

Brindle berdewam dike; “Sedema ku çima lebatê zayendî yê mirov bê hestî ye, dibe ku ji ber monogamî bûnê ye. Jixwe bi hev şa bûna me mirovan jî ji 3 deqîqeyan zêdetir ber xwe nade. Ev jî pirsa çima lebatê zayendî yê mirov bê hestî ye, vedibêje.”

Metîn Eser

Çavkanî: Proceedings of the Royal Society / 21.12.2016 

Bersivekê binivîsin