Hevpeyvîn bi Dr. Eskerê Boyik re

Hevpeyvîn bi Dr. Eskerê Boyik re

Hevpeyvîn bi Dr. Eskerê Boyik re   

Dr. Eskerê Boyik yek ji wan nivîskarên Sovyêta berê ye. Bi salane ked û xilmeteke hêja daye wêje û peyva kurdî. Yek ji nivîskarê çalak e ku bi salan bi awayekî bêrawest bi hizr û nêrînê xwe di xilmeta Kurd û Kurdistanê û her weha di ya ola Êzdî de ye. Mamoste ez di serî de li ser navê malpera Felsefevan, spasiya cenabê te dikim, ku cenabê te dema xwe ji bo me terxan kiriye. Ka em hinekî berê xwe û guhê xwe bidin peyvên mamoste Esker û wî ji nêzîk ve binasin. 

Newaf Mîro: Ji bo we Eskerê Boyik kî ye? 

Eskerê Boyik:  

Ew ne şêx e, ne pîr e, 

Ne axa ye, ne mîr e, 

Ne jî serok eşîr e… 

Xulamekî gelê xwe 

Şayîrekî feqîr e. 

Para wana nav-nîşan, 

Dirav, kêf-eşq û xelat, 

Para wî jî-zehmetî, 

Xulamtî û xebat… 

Newaf Mîro: Çend dîmen û bîranînên zaroktiya xwe hûn dikarin bi me re parve bikin? 

Eskerê Boyik: Dema zarotiya min salne pir dijwer bûn. Sala herb navbera Welatê Sovêtê û Almaniya Hîtlêriyê da dest pê bû ez ji dayîk bûme. Zilamê gundê me, bawarkî payê pirê biribûn pêșenya șêr. Ji wan gelek venegeryan. Ji mala me bavê min, du apê min jî pêșeniya șêr bûn. Apekî min venegeriya. Bavê min, ku dema șêr hêsîr ketibû, ji pey șêr ra sirgûnî Sîbîrê kirin, tek ji pey mirina Stalîn ra vegeriya.

Ez êdî 12 salî bûm. Dayîk û pîrkên me digriyan, rîspiya  cixare li pey cixarê dikșandin ku derdê undayên xweye giran di nav dûyê cixarê da bifetisînin. Sonda me zaroka <Riya bavê min> bû. Zarotîke tazî-birçî lê xweș bû. Mêrg-çîmanê çiyayê Elegeza bedew, kanî, cew û avên wêye sar, qûç, newal û gelî mala me bûn. Xwerina me biharê heta payîzê pincara çolê bû. Lîstikên meye nava berfa zivistanê, kulîlkê havînê, evjenya nav avên cewên zelal, berx û berodan, pezbir û beranberdan jiyana min da demên here xweș bûn, ku tucar nayên ji bîrkirin… 

Newaf Mîro: Mamoste Esker tu dikarî berhemên xwe û keda xwe bi kurtî bi me bidî nasîn? 

Eskerê Boyik: Heta niha ev berhemên min yên edebî wek pirtûk hatine weșendin: 

 1. ŞIVERÊ, helbest, Yêrêvan, 1966;30 rû (krîlî) 

 2. KULÎLKÊN ÇIYA, helbest, Yêrêvan, 1975, 62 rû. (krîlî) 

 3. KULÎLKÊN ÇÎYA, helbest, bi zimanê tirkî,kurdî, Stembol,1979; 150 rû 

 4. SINCO KEÇA XWE DIDE MÊR, şano,Yêrêvan,1980. (krîlî) 

 5. MEM Û ZÎN, şano, Stokoholm,1989; 80 rû. 

 6. TÎRÊNC, (di berevoka BAHAR da), helbest, Yêrêvan,1987; 78 rû (kirîlî) 

7. KULÎLKÊN ÇÎYA,helbest, bi zimanê tirkî-,kurdî, Stokoholm,1990; 150 rû. 

 8. LI ÇÎYA, kurteçîok, Yêrêvan,1991; 220 rû (kirîlî) 

 9. DUAYA SERÊ SIBÊ, helbest, Roja nû, 1997;79 rû. 

10. ODA ÇÎROKAN  1, helbestên zarokan, Roja nû,1997. 70 rû. 

11. KULÎLKÊN BIRÎNDAR, helbest, Stokoholm,1998; 285 rû. 

12. GOVENDA HERFAN, helbestên zarokan, Stokoholm 2002; 60 rû. 

13. Çîrokên oda me; kurteçîrok, weşenên Afîş Medîa, 2004; 139 rû 

14. Nûra Elegezê; edebyetzanî, Dengê Êzdiyan, Oldenburg, 2004; 112 rû. 

16. Xezeba Xwedê, roman, beşa ewlin, weşena Deng, 2004; 425 rû. 

15. Êzdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên reş, dîrok; Dengê Êzdiyan, oldênbûrg, 2006; 288 rû. 

17. Xezeb; roman; beşa dudan, weşena Deng, 2008; 327 rû. 

18. Ez kilameke melûlim, helbest, weşena Deng, 2009; 168 rû. 

19. Nûra Elegezê, bi tîpê erebî, Duhok 2011 

20. Bahoz, roman, weşena AVÊSTA  2011, 108 rû. 

21. Çanda Kurdên Sovêtê, Lêkolîn, bîranîn, 2012; 560 rû. 

22. Xezeba Xwedê, roman, beşa ewlin, çapa duda, weşena Han, 2013; 425 rû. 

Mamoste Eskerê Boyîk ligel malbata xwe
Mamoste Eskerê Boyîk ligel malbata xwe

Ji pey xwendina dibistanê ra min xwendina xwe Înstîtûta Malhebûna gundîtiyê ya bajarê Yêrêvanê da pêșda bir. Sala 1974 a têza doktoriya aboriyê parast.  Wek serokê beşeke Înstîtûta aboriya Malhebûna gundîtiyê ya zanyariyê-lêkolînê xebitîm. Tevî karê zaniyaryê min usa jî gelek sala Zanîngeha Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtyê da dersê rêvabirina (serkarîkirina) malhebûnên gundîtîyê da xwendevana. Di warê zaniyarîya aborîya (êkonomîka) gundîtîya Ermenistanê da min gelek xebatê  zanyariyê weșand in. Wan sala bawarkî temamya nehî û gundê wê komarê geryam, jîyana gundyara bûme nas…Wî karî gelek alî min kir ku jiyanê rind naskim. 

Salên dibistanêda girtî min helbest nivîsîn e. Sala 1966 a pirtûka min e ewlin ya helbesta ȘIVERÊ hate weșandin… 

Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyêtiyê sala 1993 a min dest ji kar û barê xwe berda, ji Ermenistanê derketim. Niha li Awropayê, Almanîyayê dijîm. 

Sala  1984 da endemê Yekîtîya Niviskarên walatê Sovyêtê me, endemê Yekîtîya nivîskarên Komarên Ermenistanê û Qazaxistanê, endemekî PEN a Kurd im. Devedevî 25 sala sêkrêtarê (katibê) beşa nivîskarên kurd ya Yekîtîya nivîskarên Ermenistanê bûm. 

Ji sala 1999 an da serokê komîtêya rewșenbîrî ya Mala Êzdiyan bajarê Oldenbûrgê, lê sala 2012 a me Mala Êzdiyan da Navenda lêkolînên Êzdînasiyê demezirand. 

Mala Êzdîyan ya bajarê Oldênbûrgê, ku niha bûye navendeke rewşenbîriyê, kurdzanîyê-êzdîzanîyê. Salê da bi dehan sêmînar, konfêrans û çalakîyên civakî-zanyarî Malê da ten derbazkirin, malperên ‘Dengê Êzdîyan’ û ‘Êzdînas’ têne weșendin. Weşena ‘Dengê Êzdîyan’ bi deha pirtûk daye weşandin û niha jî kovara ÊZDÎNAS diweșîne. 

Dîmenek ji Gundê mamoste Eskerê Boyîk
Dîmenek ji Gundê mamoste Eskerê Boyîk

Newaf Mîro: Hûn û nivîs kengê û çawa leqayî hev hatin? 

Eskerê Boyik: Hê ez nediçûm dibistanê, êvara, dayka min ji min ra çîrok digot. Min çîrokê wê tev ezber zanibû, lê dîsa dixwest ew wan çîroka her êvar bêje, ha bêje, ez çîrokê dayka xwe têr nedibûm. Dema ez çûme dibistanê min çîrokê dayka xwe nava deftera xweda dinivîsî. Pașê min bi xwe fikira xwe da  çîrok ji xwera çê dikir dinivîsî. Hêdî-hêdî berfire bû… Heta îro jî…  

Newaf Mîro: Ji bo we nivîs û nivîskarî çi ye? 

Eskerê Boyik: Jiyana min usa dest pê kirye. Rêke din da bixwezim jî nikarim bimeșim. 

Newaf Mîro: Nivîskarê hûn jê hez dikin? Û berhema herî bi bandor di jiyana we de? 

Eskerê Boyik: Ji poêzya Rûsa Sêrgêy Yêsênîn, Fêdor Tûtçêv, Fêdêrîko Garsîa Lorkayê Îspanî, Vahan Têryanê Ermenî, Feqiyê Teyrayê me… 

Newaf Mîro: We kengê Êzdatî, yan jî Kurdayetiya xwe naskir? 

Eskerê Boyik: Hê zarok bûm, şagirtê dibistanê neheqî û nerastîyên dewranê dilê min êşandin. Min nizanbû bi dilsaxya xwe ya zarotyê, di guhê kê da bikira qûjîn: ‘Çima li ser xerîta cihanê navê welatê min nîne? Çima zarokê dora min tev bi zimanê xwe diaxivin, dixwûnin, dinivîsin, ez jî bi zimanekî wan?. Çima?’ Paşê, ez çiqas mezin bûm ew ‘çima? jî mezin û zêde bûn. Çîrokbêjekî gundê me digot: ‘Teyr çiqas bilind difire, ewqas dûr divîne.’ 

Newaf Mîro: Bi raya we, êzdî xwe nasdikin? 

Eskerê Boyik: Êzdîtî bawarîke mêzopotamyêye kevnar e. Gelek bawarî, șaristanî pêvajoya dîroka hezaran sala da hatine bîrkirin, bîranîna da jî navê hinekan nemaye, lê êzdîtî li nav qetil û zulma der-dora ra derbaz bûye, heyîtiya xwe heta îro jî didomîne û wê bidomîne… Eger Êzdiya xwe nas nekira wê çawa heyîtya xwe pêșda bibira? 

Eger hinek evdên Êzdî netewa xwe înkar dikin, naxwezin naskin, sebeb bûyarên dîrokî û siyasiya hinek oldar, deshilatdar û partiyayên kurdaya kevneperest e, ku îro jî dimeșînin, cudatiyê datînin, mafê êzdiyan binpê dikin, êzdiya biçûk dibînin û hvd… 

Di mesela kurdên êzdî da ol û netew hevgirtî ne, bêyî yekê ya din nikare hebe. Boy wê jî carna evdên bawariya êzdiyatyê dewsa navê netewê, navê bawariya xwe dibêje û ew yek zora hinek hevalê meye kurdên musulman dibe… Gerekê rast bê femkirin, peyvên kurd, kurmanc, êzdî di vê govekê da yek fikir in. Dema dibêjin êzdî- kurmanc, kurd tên femkirin, ji bo êzdî tek kurdin, kurmancîn. Xêncî Kurda nava tu netewa da êzdî nînin, êzdî jî tek kurmancî diaxivin. Dema evdên êzdî derheqa parastina êzdîtiya xweda dibêje, gerekê bî têgihîștin ku parastina êzdiyatiyê parastina kurdeyatiyê ye. 

Newaf Mîro: Bi kurtî, êzdîtî ji bo we çi ye? 

Eskerê Boyik: Êzdiyatî xêncî bawariyê, kûltûrake jiyanê ye. Bi dewrana ew kûltûra bi cûre, reng û rewşa xwe hatiye parastin, ketiye qalibekî kilasîk û ev civak jiyana xweye rojana pê dimeşîne: 

Di nav wê kûltûra jiyana civaka Êzdiya da xal hene, ku hevbesin ji bo temamiya netewa kurd : 

•civaka êzdiyan jî heyîtiya xwe bi êl, eşîr, qebîl, berek, bavika didomîn e.

•mijûlbûna êzdiyan jî heta vê dewyê payê pirê jiyana gundîtî, koçerî, nîvkoçerî, heywanetxweyîkirin bû.

•welatekî cuda yê êzdiyan nîne, welet Kurdistan e.

•ziman kurmanciyê. Her heremeke Kurdistanê zarav ji bo kurdê êzdî jî yê musulman jî tomerîye, yek e.

•folklor yek e.

•malbet, xeleka xweîdarekirinêye her qedîm e.

•qedirê mezina, pirsên namûsê, xûnê, hin cem êzdiyan, hin jî cem musulmanan bilind e.

•wekeheviya jin û mêran.

•cûrên xwerina.

•xeyset, mêvanhizî û hvd…. 

Xal jî hene ku tebyetmendiyên bawariya êzdîtiyê va girêdayîne: 

•strûktûra civakê ya navxweyî- şêx, pîr, mirîd.

•zewac û edetên wêva girêdayî.

•derbaskirina şîn û şayan.

•eyd-erefat.

•hinek cûrê xwerin û vexwerinan.

•hebandin.

•goristana êzdiyan gerekê başqe bin.

•kûlta hinek rengan, rojan, hesaban, xwerinan. 

Newaf Mîro: Bandora Qewlê Êzdî, fesefe û wêjeye kurdî heye? Hebe hûn dikarin bi mînak bikin? 

Eskerê Boyik: Êzdînas û a’limên Êzdiyan dibêjin ku qewl-beyt û nimûnên pîroz yên bawariya êzdiyan, ji pey Șîxadî sedsala sêzda da çê bûne, lê bi texmîna min bingeha wan geleka berî Șîxadî jî hebûye… Ew felsefeya xwedênasiyê, dinêzanebûnne, pêjdahatina cihanê, emir, jîyan-mirinê û hivd…

Dema em efrandinê kilasîkên Kurda ku çend sedsal piștî efrandina qewl û beytê Êzdiyan pêșda hatine dixûnin gelek fakir û cure nimûnên bawariya Êzdiyan li nav efrandinê wanda jî ferih tên texmînkirin. Wan ew kirine qelibê bawariya musulmaniyê. Ji bo wê jî mirov nikare bêje Êzdiya ew nimûne ji wan hildaye yan bin bandore wanda qewlên êzdiyan çê bûne. Ji bo Têkistên pîroz yên bawariya Êzdiyan bi sedsalan berî wan hatine xuliqandin. Ji bo bersîva vê persgirêkê lêkolînên edebyetzaniyêye obyêktîv pêwîstin. 

Newaf Mîro: Siberoja êzdiyan û mayîna wan, hûn çawa dibînin? 

Eskerê Boyik: Êzdî wek zinarekî  sert /qesp /e, li sere rêyên dewrana li ber berf, ba, baranê, agir, tavê, teyrokê, bagerê, hișkî û seqemê dinyayê sekinîye. Zinar hêdî-hêdî dimașe, biçûk dibe, çiqas dimașê ewqas șimșat, qesp û sert dibe, vê care tu tișt pê nikare. 

Newaf Mîro: Ji we Felsefe çi ye? 

Eskerê Boyik: Felsefe wek zanyariya aqilbendiyê kevnare. Despêkê da wê nav xweda zanyarî derheqa erș, dinyayê, steyrka- Kosmologî û xwedênasyê- Têologî tomer kirye. Pașê pêșdaçûyîna çiqlên zanyaryê, bi ulmî naskirina bûyarên cihanê, xezayê, civakê, dîrokê û hvd va girêdayî, zanyarya felsefê jî șax vadye heta îro.

Ez naxwezim ser wi babetî fireyî mijûl bim, derfetê hevpeyvînê jî mecalê nadin, xwestina min ewe guhdariya xwendevana û yên ku hewaskarya wan berbi felsefê heye bikșînim ser felsefa ola êzdîtiyê. Gelo navbera xwedênasya Êzdîtiyê û felsefa sofîtiyê da girêdanek heye? Șêx Fexirê Adiyan fîlîsof-xwedênas û xasê ola êzdîtiyê /sedsala 13 / bi xwera çi anî nava dîroka felsefa Xwedênasya cihanê?. Ev babet telebext ra heta îro jî nehatiya lêkolînkirin, min pir dixwest têologiyekî dest bavîta vê têmayê û ev babet ji xwe ra bikira têma lêkolînê… 

Newaf Mîro: Di êzdayetiyê kiras veguheztin heye. Ger hûn careke din werin cîhanê hûn dixwazin bibin çi? 

Eskerê Boyik: Careke din bême dine? Dijwer… 

Newaf Mîro: Bûyera herî zêde beloq we êşandiye kîjane? 

Eskerê Boyik: Komkujiya Șengalê… Naxwezim neyarê min jî caweke usa bibihî… 

Newaf Mîro: Kesê herî zêde hûn bîriya wê/î dikin? 

Eskerê Boyik: Dayka min… Dayka min bi cave hêsir ez verêyî xerîbiyê kirim. Pașê me êdî hev nedît. 

Newaf Mîro: Bajarê hûn dixwazin lê bijîn? 

Eskerê Boyik: Temamiya jiyana xweda, xewna min bû bajarekî Kurdistanê da/Amedê, Dihokê yan Zaxo/mala min hebe. Niha tê derdixim ku ew xewn bûye û wê xewn jî bimîne… Bajarê xortaniya min-Yêrêvan, ji her ciya çêtir e… Ew jî êdî dest min nakeve. 

Newaf Mîro: Navê herî zêde hûn jê hez dikin? Jin/Mêr? 

Eskerê Boyik: Navê nebyê min Alan… Dibêjin nebî kakilê gûzê ne. Çiqas rast hatiye gotin. 

Newaf Mîro: Strana hûn jê hez dikin kîjane? 

Eskerê Boyik: Ez gelek stranan hiz dikim, lê stranên govendê yê Serhedê dixwezim tim bibihîm . 

Newaf Mîro: Dengbêjî bo ji we çi ye? 

Eskerê Boyik: Dengbêjî jiyana gelê Kurd e: bawarkî wek hewa, nan û avê her dema mirovê Kurd ra pêwîst e. Ne şînê kurda bê kilam dibin, ne jî şayî… Dema tenêbûnê kilam kurd ra heval e. Dema evîntyê, dilxweşyê hogirê herî dilsoz kilam e, dema bêgumanyê kilam guman e… Dayîk bi kilaman zaroka xwe şa dibin, bi kilaman dergûşa radizînin. Bi kilaman bûka siyar dikin, bi kilaman mêrxwesên xwe verêyî ber  şêr dikin, heta bi kilaman mirîyên xwe hildidin…

Şivan bi kilam û bilûrê kerê xwe diçêrînin, cotyar bi kilaman xeta cotê xwe li ser axê dikşînin. Kilam xerîb ra dilbînî e, ew bi kilaman agirê hisreta dilê xwe ker dike…Kurd bi kilaman laqirdya dikin, bi kilama dikenin, bi kilama digrîn… Tu tişt hesîn, hizr û agirê welatparêzyê, miletparêzyê, heqyê û remê di nav evdên Kurd da ewqas zû gur nakin çiqas kilam. 

Heta due’a-dirozge ji bi sitiranin. 

Newaf Mîro: Pirsa ku we dixwest min ji we bikira hebe çi ye? 

Eskerê Boyik: Min dixwest bizanbiya ev hevpeyvîn we çîma minra çê kir? 

Newaf Mîro: Bersiva, bersivê: Ez di wê baweriyê de me ku tiştê îro heye sibê tune. Her weha we kedeke mezin daye, dive em xwediyê kedê bi pirsan binasin. 

Newaf Mîro: Tiştekê ku tu lê poşman bûyî heye? 

Eskerê Boyik: Hatina xerîbyê û dema hatim xeletiyê șașiyê çê bûn… 

Newaf Mîro: Tiştê we dixwest, yan dixwazin? 

Eskerê Boyik: Wan xeletiyan rastbikim. 

Newaf Mîro: Gava hêvî û duha bibin yek, di dil de vedibe sorgulek. Sorgulê bêhnkin, bermirada bi bext û zîn kin. Bi hêviya ev hevpeyvîn ji bo we mefadar be û hêjayî rondikê çavê we be. Ez li ser navê Malpera Felsefevan spasiya cenabê te dikim mamoste Esker û hêviya sihet û qewetê dikim. Malî ava. 

Hevpeyvîn: Newaf Mîro

newafmiro@gmx.de    

30.12.2014

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin