Têkiliya Însanan Bi Hevûdu Re

Têkiliya Însanan Bi Hevûdu Re

Têkiliya Însanan Bi Hevûdu Re | Sultan Arslan 

Rikke Høgsted kû zanyarekî derûnnas e û danimarkî ye, dibêje; ‘Pêşîya kû mirov bikaribe pêywendî bi yêkê din re deyne, pêwist e mirov bi xwe re têkiliyê deyne û xwe nas bike. Hege mirov bi xwe nas bike, bizanibe çi difikire, çi hestên xwe heye û wesfê xwe û ramanê xwe bizanibe, hingê dikare bi yêkê din re pêywendiyên berbiçav deyne ku bibe pêywendiyên watedar. 

Danîna pêywendî û tekiliyan de axaftin, têgihiştin û ragihandin (komînîkasyon) esas e ku mirov bi hevdu re pêywendiyên watedar deyne. Rikke Høgsted amaje dike, pêywendî, ragihandin û tekildarbûn ji bo her kesayetiyek şêwazê xwe heye. Şêwazê êrişker (aggressiv), sêwazê peltek (pasif), şêwazê pasîf hêrişdar û şêwazê bixwebawerî. Hemû însan bi şêwazên xwe tekildarê civakê dibe û bi lewnên xwe yên ku pê re mezin bûne pêywendiyên xwe li gel yekîdin re datîne. 

Şêwaza pasîfi/tebatî 

‘Karakterê mirovên pasîf; Şexsiyetên xwe nas nake û bi xwe ra berdewam negatife. Mirovên bi wê lewnê tê naskirin ku gotinên xwe û baweriyên xwe ve dikeve şikê u ji xwe re astengiyan çêdike. Ji berpirsyarîyan dûr dikeve û dixwaze her carî berpirsyarî bixe li ser mirovên din, lewra mirovên pasîf hîs nakin ku berpirsyarî yên wan ji hene.” Dema xeletiyek wana çêdibe, dest bi hesûdiyê dikin u dixwazin xeletiyen xwe bixin ser kesayetiyeke din û rewşekî we dirûst dikin ku neheqî li wana hatine kirin. Ew mirovên pasîf naxwazin xeletîyên xwe biperijênin u dixwazin berdewam yên din tawanbar bikin.’ 

Şêwaza hêrişker 

‘Mirovên hêrişdar berdewam dixwazin hikûmdarî bikin û bandorên xwe li ser hindekan danin. Kesayetiyên hêrişker dixwazin her cari biserkevin û qezenc bikin.’

Ev rewş we dike ku mirovên herişkar nerinên din dixwaze biçûk bike û bê mane bike. Mirovên êrişker gotinên xwe rasterast û yekser dibêjin lewra gotinên wana dikare kesên din biêşîne û biçûk bike. Karaktarê ew şexsana ew e û we bawerdikin ku ”baştirin parastin, hêrişkirin e.’ Bi şêweya hêrişkirin dixwazin hêza xwe biparêzin. 

Şêwaza pasîf û hêrişdar

‘Ev şêwaz têkilheviya bi herdû şêwazên binavkeriyên din e. Karakterê ew kesayetiyên pasîf û hêrişdar ew e ku daxwaziyên xwe bi rêya manîplationan û bi lewnekî veşartî dikin. Ji ber ku ev kesana ji xwe razî nînin. Dixwazin bi lewnêki devken, rûken xwe bidin naskirin, lê bi şiklekî dizî veşartî hêriş dikin. Hestên xwe bi vekirî naynin holê û gûnehbarîyên xwe têxin stûyê yêkî din.’ Tifinga wana yê mezin ew e ku bi hestên kesayetî yên din re mijul dibin. Bi xwe û xweperestiya xwe têxin pêş, şexsan biçûk dikin û piştre ji bi lewnekî veşartî gotina kesên din bê rûmet dikin. 

Sultan Arslan

30.12.2014

 

Bersivekê binivîsin