Hilweşîna Gerstêrka Marsê

Hilweşîna Gerstêrka Marsê

Hilweşîna Gerstêrka Marsê

Dibe ku Mars bi mîlyar salan berê du caran bi ‘tsunami’yên pirr mezin hatibe hilweşandin. Pêlên tsunamiyê 120metre dirêj bûne û bi sedan kîlometre ber bi navenda Marsê ve çûne. Diwarê avî ya li Marsê ji ber lêdanên meteorîtên ku bi dehan kîlometre kûrtalên (krater) dirêj li pey xwe hiştine, çêbûye.

Şopên du tsunamiyên pirr mezin li deşteke ku li nîvkada bakurê Marsê ye, hate dîtin û dibe ku hin tsunamiyên din jî pêk hatibûne. Li deşt û zozanên Marsê demeke dûr û dirêj ava herikî hebûye ku zanyar di salên bihurî de ev yek bi delîlên cur bi cur peyîtandin e. Pêlên tsunamiya pêşin baxir/zinarên mezin û giran bi xwe re ber bi navenda Marsê ve kişandiye û dema pêlên tsunamiyê şûnde ber bi deryayê ve vedikişên kûrtalên dirêj çêdikin. Piştî vê bûyerê li qeraxê guhartin çêdibin û rewşa avhewayê (îqlim) jî gellekî hênik dibe. Bi mîlyon salan dû re, bi pêlên tsunamiya paşin re, kûrtalên dirêj cemidîne ku şoravka (ava şor) ji kûrtalan dê mijara ‘di rabirdûyê de jiyana li ser Marsê pêkan bûye yan na?’ diyar bike.

Metîn Eser 

Çavkanî: Nature Scientific Reports

Bersivekê binivîsin