Kanên Desthilatiyê

Kanên Desthilatiyê

KANÊN DESTHILATIYÊ

     Gava ku em li roja me dinêrin em dibînin ku ji bo hemû mirovên li ser vê cîhanê modelekek siyasî bi tikûtenê tune ye. Bi rastî ne roja me tenê di hemû dîrokê de jî wisa bû ye. Hema hema em dikarin bibêjin ku hemû gelên li ser vê cîhanê li gor xwezaya xwe, li gor erdnîgariya xwe, li gor pêwendiyê bi neteweyên der û dora xwe re û ji ber hinek semedên din, ji bo xwe modela siyasî ya herî baş û bisûd bûye ji xwe re pejirandine yan jî afirandine. Lê gava ku em baş dinêrin pistî afirandin yan jî pejirandina van modelan pê de pirsgirêk a rewatî ya desthilatiyê dertê holê. Ev pirsgirêk bi piranî bi kan a desthilatiyê re pêwendîdar e. Lewra hemû desthilatî li gorî rêgez, prensîp û spartekên kan a xwe û bi tevgerên xwe yên li gor van rêgez û prensîpên xwe rewa tên hesibandin. Rêveber, desthilatdar û serwer çi hikumdar, qral, prens û hwd. dibe bila bibe gava ku desthilatiya xwe nespêre rêwatiyek (meşrûiyet) ew desthilatî wê ti car domdar nebe. Ji ber vî em dikarin bibêjin ku pîvana rêwatiyê li gorî spartinên kanên desthilatiyê têne kifş kirin.

     Ez dixwazim li vê der çend mînakan bijmêrim. Gava ku em dinêrin pirî desthilatî kanek ji xwe re bijartine û hilgirtine. Ka em li çend heba binêrin:

  • Desthilatî, kan a xwe ji “xwezaya mirovan” Em dikarin bibêjin ku nûnerên vê bîr û baweriyê en herî girîng û navdar ev in: Platon, Arîsto, Farabî û İbn-î Sîna ne.
  • Hin kesên din jî dibêjin ku desthilatî kana xwe ji “daxwaz û xwestekên mirovên di civakê de ku ev daxwazên wan jî jiyanek bi hev re yê û peyman girêdan a wan kesa ya li gorî van xwesteka” Em dikarin bibêjin ku nûnerên vê bîr û baweriyê en herî girîng û navdar ev in: T. Hobbes, J. Locke û J.J Rousseau ne
  • Ji xeynî van herdû dîtina hinek jî dibêjin kan a desthilatiyê “Xwedê” Wekî St. Agûstînûs.

     Ji xeynî van em hê dikarin pir dîtin li ser vê mijarê bijmêrin, lê li gor min ê herî girîng ev in. Ez dixwazim ji van hersê ye li ser xal a sêyemîn yanî yên ku bîr û baweriya xwe ya di derheqê kan a desthilatiyê da bi Xwedê va girêdane bisekinim.

     Gava ku em li dîrokê dinêrinem dibînin ku ji destpêka dîrokê hetanî aniha û aniha jî li pirî welata û li nav pirî netewe ya kan a desthilatiyê bi xwedê ve hatiye girêdan. Lewra ji bo mirovên oldar peyv a herî rast û bi teqezî divê bê bicîh peyv a xwedê ye. Ji ber vî hinek serwer û rêveber ji ber ku emr ê desthilatiya xwe dirêj û hêz û qeweta di destê xwe de hin zêdetir xurt bikin kan a desthilatiya xwe bi xwedê ve girêdidin û peyvên xwe wek ên xwedê nîşan didin. Di dîrokê de mînakên pir balkêş hene li ser vî de. Ez dixwazim li ser çend mînakên girîng bisekinim.

     Feylesof û li gor hinekan jî pêxember ê ji Çînê ê navdar Konfuçyûs kan a desthilatî yê dispêre xwedê û vî wekî “Tîen” bi nav dike.  Lê ev nayê vê wateyê ku Konfuçyûs li hember gel li ba hikumdar sekiniye. Xaye û armanca Konfuçyûs ev e; ava kirin a desthilatiyeke herî dadmend û baş ji bo hemû hevwelatiyê Çînê bû.

     Piştî mirina Konfuçyûs Meng Zî vê dîtinê hinek din jî pêş ve dibe û dibêje; “serwerê desthilatiya li ser vê cîhanê belê ew vê desthilatiya xwe ji xwedê digre lê ev nayê vê wateyê ku wê ev desthilatî hetanî abadînê bidome.” Û axaftina xwe wiha didomîne; “ji bo ku desthilatî di destê serwer de bimîne divê ew bi rê ve birinek a pir birêkûpêk, dadmend û baş pêşan bide. Ger serwer  tiştên nebaş bike û bikeve rêyên şaş û xelet û tevgerek despotîk nîşan bide, çawa ku xwedê mafê bi rê ve birinê dabe wî wisa jî mafê guhertina serwerên tehdekar, çewsîner û zilimkar jî daye destê gel.”

     Gava ku em li dewletên Tirkan yên berê jî dinêrin em dibînin ku wan jî kan a desthilatiyê bi xwedê ve girêdane û vî wekî “Qût” bi nav kirine.

     Wekî van gava ku em li dewletên Îslamî yên Xaçparê û Cihûyan jî dinêrin em dibînin ku wan jî kanên desthilatiyê bi xwedê ve girêdanê. Lê çewtî û nakokiya herî mezin jî ev e ku tevger û bizavên van dewleta yek hebekî jî ne di rê ya xwedê da ye.

     Ev mînaka ku niha ez ê li serê bisekinim pir balkêş e. Lewra gava ku em li Japonya yê dinêrin em dibînin ku di bin bandora ol a Şîntoîzmê da desthilatî hatiyê avakirin. Li gor baweriya japona erdnîgariya Japonya yê xwedayî ye û di heman demê da jî japon bi xwe jî kok a wan xwedayî ye. Û dîsa li gor baweriya wan şahînşahê (împarator) wan ji Amaterasû yanî ji Xwedayê Tavê hatiye. Ji ber vî şahînşahê japona xwediyê hêzeke teqez a siyasî û leşkerî ye. Ji ber vî şahînşah pîroz û bêrî (destnêdayî, têkilnebûyî) ye. Ji xwe ne kes dikaribû wî bibîne û ne jî kes ji nav gel dikaribû pê re biaxife û bikeve têkiliyê. Hetanî li gor hinek japona şahînşahê wan ne tenê serokê japona ye, serok û rêveberê hemû cîhan û gerdûnê ye. Ev baweriya wan hetanî 1945a domiya. Gava ku 2. Herba Cîhanê bidawî bû û japon têk çûn, Dewletên Hevgirtî (tivêk, îttifaq) ji şahînşahê japona re gotin ku “divê tu di radyo yê de axaftinek bikî û tu ji hemû japonan re bibêjî ku ez jî wekî we mirovim û ti pêwendiya min bi xwedê re tune ye.”  Li ser vî di yekê Rêbendan a 1946an da şahînşahê japona ku navê wî Mîchînomiya Hîrohîto bû, da zanîn ku “şahînşah ne xwedayî ye û nîjada japona jî ji nîjadên din ne serdesttir in. Ji ber vî jî berpirsiyarî ya bi rê ve birin a hemû cîhanê ne di destê wî da ye.”

     Li gor min hewkas mînak bes in. Helbet di derheqê vê mijarê da mînak pir in, çi ê ku em zanin û çi jî ê ku em nizanin.

     Di tekstek a kevnar da çîrokek tê vegotin. Konfuçyûs li goristanekek leqayê jinikek tê û dibêje “Tu di şînê da xuya dikî.” Jinik jî bersiv dide û dibêje “Belê! Pilinga kure kî min ê din ê jî kuşt.” Konfuçyûs dîsa dipirse “Hemin ku kurê te ji pilingan re dibin qurban çima tu dev ji vê heremê bernadî û naçî derekî din?” bersiva jinikê wiha ye; “Belê rast e! Li vê heremê piling henê lê ev herem pir xweş tê bi rê ve birin.”

     Li gorî vê metelokê desthilatiyeke nebaş ji pilingan xerabtir, nebaştir û xeternaktir e.

     Li gor Konfuçyûs, rêveberiyeke baş ku gelê xwe şad û bextewer dike, mirovên pir dûr jî dikişîne ber bi xwe ve. Û dîsa lİ gor wî rêveberiyeke dadmend û serkeftî xewna hemû mirova ye. Û divê armanca yekemîn a serwer û rêvebera jiyana gel a di nav aheng û aştiyê da be.

     Wekî peyva dawiyê ez dixwazim peyveke Konfuçyûs veguhesînim vê derê. Konfuçyûs  dibêje:

     “Gava ku desthilatiya te xwe bispêre xûypakî û fazîletê wê mîna Stêrka Bakûr xuya bike. Ew stêrk ku herdem di şûna xwe da ye û hemû stêrkên din xwe li gorî wê dibînin û bicîh dikin.”

Emre MÛHARGÎNÎ

22.05.2016                  

Bersivekê binivîsin