Ji Bo Nexweşiya Êşa Xwînspîbûnê Dermanek Hate Vedîtin

Ji Bo Nexweşiya Êşa Xwînspîbûnê Dermanek Hate Vedîtin

Ji Bo Nexweşiya Êşa Xwînspîbûnê Dermanek Hate Vedîtin

Ji bo dermankirina nexweşiya êşa xwînspîbûnê (losemî) vedîtineke girîng pêk hat. Valîn ku asîdek/tirşeyek amînî ye, li beramberê rê û rêbazên din bi awayeke baştir û xurttir rê li ber dermankirina nexweşiyê vedike û zanyar bi hêvî ne ku bi demê re cihê kemoterapiyê bigire. Zanyar ji lêkolîna xwe bidest xistin ku valîn, ji bo çêkirina şaneyên xwînê xwediyê roleke mezin û girîng e û bi demê û xebatên berfireh re dikare kemoterapiyê ji holê rabike.

Ji deh asîdên amînî ku jê re asîdên amînî yên bingehîn jî tê gotin, yek valîn e û ji bo tendurustî û vejiyîna me xwediyê roleke mezin û girîng e, lêbelê laşê me bi xwe xwe nikare valînê çêbike. Di sirûştê de hejmara asîdên amîniyê li der û dora 500î ye û laşê me jî xwediyê 20 asîdên amînî ye. Valîn di xwarin û vexwarinên bi proteîn yên weke şîr, mast, dew, goşt û lowiyê de pirr zêde heye.

Zanyar ji berê ve dizanibûn ku valîn, ji metabolîzma û nûkirina raçînkê berpirsiyar bû. Lêbelê lêkolînerên ji Zanîngeha Tokyoyê û Stanfordê vedîtin ku valîn, ji bo çêkirina şaneyên xwînê jî xwediyê roleke mezin û girîng e. Dema lêkolîner xebatên xwe li ser şaneyên xwînê pêk dihînin û ji şaneyên xwînê valînê derdixînin, dibînin ku şaneyên xwînê bêerk û bêkêr dibin. Mişkên ku bi qasî du hefteyê ji valînê bêpar dimînin, dest ji çêkirina lukosît (gilokên spî yên xwînê) û erîtrosîtê (gilokên sor yên xwînê) berdidin.

Lêkolîner Hiromitsu Nakauchi wiha dibêje; “Ji testên pêk hatî û encamên bidest xistî me dît ku eger kesên nexweş yên bi êşa xwînspîbûnê ne, beriya transplantasyona moxika piştê, bi diyeteke bê valîn bêne dermankirin dê pêdivî bi kemoterapiyê nemîne.”

Nakauchi û hevalên wî testên xwe li ser mişkan pêk anîne û bêyî ku serî li kemoterapiyê bidin, transplantasyona moxika piştê bi awayeke serkeftî pêk hatiye. Dîsa jî Nakauchi diyar dike ku pêdivî bi xebatên berfireh heye, lewre mişkên ji valînê bêpar mabûn piştî çar hefteyê giş ijbûne.

Metîn Eser

Çavkanî: Science / 02.01.2016 

Bersivekê binivîsin