Ajalê Herî Çapik û Cansivik: Şîpa Nêçîrvan

Ajalê Herî Çapik û Cansivik: Şîpa Nêçîrvan

Şekê/şîpa nêçîrvan (çîta-cheeta) ku bi latînî jê re Acinonyx jubatus tê gotin, ji malbata ajalên guhandar e û şîpa nêçîrvan ajalê herî çapik û cansivik e. Lêbelê şîpa nêçîrvan bi gavên mezin û lez û bez ber bi tunebûnê ve dimeşe. Li darê dinê hejmara şîpa nêçîrvan li der û dora 7.100î ye.

Her çiqas şîpa nêçîrvan ajalê herî çapik û cansivik e, dîsa jî nikare xwe ji hovîtiya candarên din biparêze, lewre metirsiya herî mezin mirov e. Pêdiviya şîpa nêçîrvan bi deşt û zozanên dirêj û berfireh heye, deşt û zozan û parkên ku ji aliyê hin dewlet û rêxistinên cihêreng hatine amadekirin û têne parastin, têra şîpa nêçîrvan nake û şîpa nêçîrvan ji cih û parkên amadekirî derdikevin û jê dûrdikevin.

Dûrketina ji cih û parkên amadekirî ku bi teknolojiyên nûjen têne parastin, xeteriyê bi xwe re dihîne, lewre mirov bi cotkarî û çandiniyê debara xwe dike û nêçîrvan jî her li ser şopa nêçîrê ne. Nêçîrvan her li pey çêlekên şîpa nêçîrvan in, çelekeke şîpa nêçîrvan bi qasî 9.500 euroyê ye.

Lêkolîner Saran Durantê ji Zoological Society of London wiha dibêje; “Li seranserê cîhanê pirraniya endamên koma şîpên nêçîrvan ji heman ezbetê ne û ji şeş welatên başûrê parzemîna Afrîkayê ne. Li Zîmbabweyê di dehûşeş (16) salên dawîn de hejmara şîpên nêçîrvan ji 1.200î daketiye 170yî. Li Asyayê ji bilî ezbetekî hema bêje qet şîpên nêçîrvan nemane. Li Îranê komeke şîpên nêçîrvan yên ji heman ezbetê 50 heb mane û li ber xwe didin ku tune nebin.”

Dîsa lêkolîner ji bilî parkên amadekirî, pêdivî bi çareseriyên domdar dibînin û pêşniyar dikin ku şêniyên herêmî bi pereyê bêne teşwîqkirin da ku şîpên nêçîrvan biparêzin.

Metîn Eser

Çavkanî: BBC / 02.01.2016

Bersivekê binivîsin