Karl Popper Heke Sax Bûya?

Karl Popper Heke Sax Bûya?
Di civakên vekirî (open society) de dewlet xweşbîn e, hemhestyar e û ji burakrasiyê dûr e, sîstemên siyasî jî, şefaf û xwediyê helwesteke nerm in. Devlet tu sirî ji gelê xwe venaşêre û meriv dikare bibêje ku ev modela civakî, bi temamî dijberê otorîteriyê ye. Şexs, xwe dispêrin zanînên xwe.
Serbestiya siyasî û mafên mirovan, şertên vê modelê yên jêneger in.
Karl Popper (1902-1994) di berhema xwe ya ‘Civaka Vekirî û Dijminên Wê’, (Open Society and its Enemies, 1945) de eşkere kiriye ku civaka vekirî, beravajiya civakên girtî (dadayî, hişkebawer) ne û di civaka vekirî de, cuntayên leşkerî û şoreşên ku civakê serobino dikin tune nin û pêk nayên. Dewletên civaka vekirî jî ew dewlet in, ku tu carî rê nadin dîktatoriyên zordest.
Dîsa civaka vekirî di heman demê de divê civakek pluralîst (piralîparêz) û kozmopolît be jî, da ku bikaribe bi awireke giştî pirsgirêkan çareser bike.
Dema meriv wesfên civaka vekirî (şefaf) û rewşa Tirkiyeyê dide ber hev, meriv dibîne ku gelekî li dijî hev in. Tirkiyeya ku xwedêgiravî civakek demokratîk e, ev e sedê sal in ku bûye warê derbe û hewlên derbeyên leşkerî. Ne şexs e, ne kom e, ne maf e, ne hiqûqa navneteweyî ye û ne jî mafên mirovî ye.
Dema min penaseya têgeha ‘Civaka Vekirî, Open Society’ amade dikir, rewşa Tirkiyeyê ya niha hate ber çavê min. Û min ji xwe xwe re wiha go: ‘Heke Popper niha li heyatê bûya, dê ji bo rewşa Tirkiyeyê çi bigota gelo?’
Ez dibêjim dê ji civaka tirk re bigota ‘Civaka Double Girtî’..
Ali Gurdilî
10.11.2016
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021