Çawaniya Xweşikiyê û Civakîbûna Hizra Hunerê (3)

Çawaniya Xweşikiyê û Civakîbûna Hizra Hunerê (3)

Çawaniya Xweşikiyê û Civakîbûna Hizra Hunerê (3)

                             Di Hunerê de Rastiyên Afirandî                                    

                                                              Afirandin tê wateya ku xeyal têkeve şûna rastiyê.

                                                                                                                       Ehmed Ronîar

   Ji têgihîna heyînê ya ji aliyê kirde pê ve, rastî, rastî veguherînê tê. Ev tişt di zanist, felsefe ango di hunerê de dibe, mirov rastiya ku têdigihe vediguherîne. Xwezaya mirov bûnê ev e. Çawaniya hunerê jî ev e. Huner, bi hemû şêweyên xwe veguherînere, lê bi rastiyê têkildar vediguherîne.

  Çi, pêwendiyê di navbera kirde û bireserê de pêktîne? Em nikarin bêjin raman, ji ber ku raman encameke şixuldariya organên pêhisînê ye. Dîtin, bihîztin  hwd pêhisînên me yên sereke, di şixulandina ramanên me de bikêrin, ji ber ku her dîtin, bihîztin û hwd di têgihiştina me ya cîhanê de daneyên rasterast dide destê me û ev jî jiyana me ya rojane hêsan dike. Heyîn bi saya pêhisînan tê ezmûnî kirin. Pêhisîn pira di navbera heyîn/bireser/derve û kirde/xwe/hindur de ye. Bi şêweya herî xam pêze/derve bi vî awayî tê têgihîn. Lê ya rasttir ev e ku daxwaza pêhisînan tune ye. Ji ber vê pêhisîn di jinûve ava kirina zanînê/rastiyê de tenê amûrên hiş in. Pêhisîn, rexne nake, çawa dibîne wiha jî digre, lê hiş rexne dike û jinûve ava/saz dike.

   Kirde, beriya ku li rastiya heyînî hay bibe li rastiya derveyîn hay dibe, ji ber ku li derveyî rastiya têdeyî xwe, hay li rastiyek derveyîn dibe. Şûn ve derve bi tişt û teşeyan tijî dibe û bi vî awayî kirde hay li heyînê dibe. Di nava rastiya vehewîner ya derveyîn de, hay li rastiya derveyîn dibe. Dema ku kirde ji aliyê kirdeyên din ji “pêvajoya hîn kirinê’’ derbas dibe û pê ve, rastiyek rêzeyî, ji bilî rastiya têdeyî wî diafire û di nava rageşiyê de kesayetek nû diafire ku şûn ve di hizirîna wî ya cîhana derveyîn de jî wê bandorker be.

   Di navbera rageşiya van rastiyan de, huner erkek çêker hildigre; veguherîneriya rastiyan  berz kirina wan. Çiqas ji veguherîner be, huner, parçeyek rastiyê ye. Lê rastiya ku ew parçeyek wê ye jî di sînor de ye. Bi aliyek xwe metafîzîk e ku hunerê di çarçoveyek pirr teng de dihêle û bi aliyê xwe yê civakî bûnê jî pêzeweriyeke pirr tund diafirîne ku ev jî wê di sînorên rastiyê de dike parçeyek rastiyê.

     Bi heman sedeman girêdayî, têkiliya huner  pîroziyê jî sê encamên girîng derdixîne holê;

1- Bi saya pîroziyê, huner civakî dimîne û di nav hêmanên aşopî de wenda nabe. Bi vî awayî dirûvek jêneger ya civakî digre.

2- Pîrozî, giyanê metafîzîk yê hunerê diafirîne ku ev bi saya pîroziyê hêmanek têdeyî ya hunerê ye. Ger bi razberî kirinek pirrole neyê têkdan, hêmanek pêşvekere ji bona hunerê.

3- Bi xala pêşîn re nakok, pîrozî yek ji sedema xumamî bûna rastiyan ya di hunerê de ye. Di nav hunerê de aşop û rastî kê caran tê bijartin û êdî tê pileyek wisa ku di cîhana hunermend de rastî weke zêdahiyekê tê dîtin û sawîna “huner ji bo hunerê’’ ji vê egerê dertê holê.

Bi saya dema sînorkirî di navbera rastî û aşopan de xet tê kişandin û bi vî awayî hem razberî kirinek di pîvana rastiyê de û hem jî di pîvana rastiya honakî de pevbestinek çêdibe. Di tevahiya honakê de ya sereke sûdgitina ji rastiyên afirandî ye ji bona veguherandin û zengîn kirina rastî û aşopan e.

Cîhana rastî, bi saya aşopan di hunerê de tê veguherîn û jii bêjinga hiş derbas dibe. Bi razberî kirinek di cih de rastî tên vegotin û bi honak kirinek balkêş berdewamiy wan tê misoger kirin.

Ji ber ku em nikarin rastiyek misoger  bipeyitînin, ji ber rastiyên afirandî û nêrînên me yên rêzeyî, wê rastî her tim di kêleka aşopan de bijî. Misogerkirina rastiyê, kuştina wê ye, çawa ku em nikarin wê dîmane bikin, ji ber xeteriyên ku dihewîne, em nikarin bi sînorên vebirr misoger jî bikin.

Ji ber van egerane ku huner jî di sînorên rastî û aşopan de tê sepandin û çawaniya xweşikiyê ligel vê tê diyar kirin. Dema ku çiyayekî bê wênandin, xweşikî ya çiyaye ango ya wêne bixwe ye? Sînorên di navbera bireser û berhemê de ji ber vê xumamiye. Berhem (peyker, awaz, wêne, helbest û hwd), tiştê ku hatiye sêwirîne, bi tevahî ji aliyê kevneşopiyên civakî û behremendiyên takekesî tê diyar kirin. Lê biresera ku dibe mijara berhemê, tenê li wir e û hew. Tevahiya çîroka wê ev e ji bona bîner, bihîzer ango hwd.

Diyarkirina çawaniya xweşikiyê yek ji erka hunera civakî ye û ev tişt berhemê xweşik ango kirêt dike. Bi vî awayî hizra derbarê xweşikî û kirêtiyê de li xwe vedigere  di derbarê xwe de biryarên jinûvesazkar digre û ev tişt rê li ber felsefeya derbarê hunerê de vedike.

Lezgîn Oncu 

11.11.2016

Bersivekê binivîsin