Kitêba PDF: Fragmentên Felsefeyî

Kitêba PDF: Fragmentên Felsefeyî

Pêşgotin

Xwendevanên hêja û rêzdar. Wekî zanîna we ye ku xwendina hinek metnên felsefeyî zehmet e û dema nivîs hinekî fireh û dirêj be, wê demê barê xwendinê hin girantir dibe. Gelek caran ji min re hatiye gotin ku xwendina metnên felsefeyî hebekî giran û zehmet e û loma jî, em tênegihêjinê. Ji ber gazin û agahîyên çend dost û hevalan, berîya çend salan min dest bi xebateke bi vî rengî kir û domand. Armanca min a sereke ew bû ku ez karibim bi nivîsên kurt yan jî beşeke ji nivîseke xwe, hinekî kurt û sade bikim û bi wî hawî, raberî xwendevanan bikim. Loma jî, dema ez li ser mijareke felsefeyî dixebitiyam, min derbarê wê mijarê de ramana sereke wekî fragmentekî amade dikir û bi wî hawî, raber dikir. Armanc, hêsankirina mijarê û raberîkirina metneke kurt bû. Di dawîya çend salan de, min dî ku bi qasî xebata kitêbekê, kurtenivîsên min top bûne û di computura min de, wisa berbelav in. Min biryara xwe da ku ez wan top bikim, li wan hûr bibim û li gor roja me, carekê din sererast bikim. Axirî, piştî çend mehan ev xebat temam bû û a niha, wekî pdf kitêbê, ez raberî we dost û hevalan dikim. Di kitêbê de, çend nivîs jî derbarê rewşa me a civakî de ne, ku min wan jî bi awirekî felsefeyî nirxandîye û wiha jî, raberî we dikim. Dibe ku bi xwendina fragmentekî hûn dê nikaribin xwe bigihînîn tevahîya zanînîyên derbarê wê mijarê de. Lêbelê ez baş dizanim ku dê derbarê wê mijarê de, hûn ê bikaribin xwe bigihînin hinek ramanên bingehîn. Hêvîya min ew e ku ev xebata min sûdmend be û were xwendin. Bi hêvîya rojên xweş û geş, her bextewar bin. 

Naverok: Rêza Fragmentan 

1- Ramana Xwedê di Teoriya ‘Made û Formê’ ya Arîstotalesî de, 2- Hunera Danwelidandinê, 3- Eudaimonistiya (Bextewaîparêzî) Sokrates, 4- Berhemên Wêjeyî û Felsefe, 5- Binyada Felsefeya Yewnaniyan, 6- Bingeha Felsefeya Platon, 7- Rojavayî û Felsefe, 8- Felsefeya Kurdan a Aştîxwaz, 9- Axaftin û Nivîsandina bi Zimanê Kurdî, 10- Bandûra Felsefeya Xwezayê a Hegel, di Felsefeya Marksîst de, 11- Xweseriya Dînê Êzdayetiyê, 12- Derketina Holê ya Zanînîye, 13- Dijberiya Rasyonalîzmê a John Locke, 14- Mentîqa Sedemwerîyê û Davîd Hume, 15- Di Felsefeya Yewnanî de Rola Mîtolojiyê, 16- Di Felsefeyê de Rêbaza Diyalektîk, 17- Zenonê Eleayî (B.Z.490-430) Çima Tevgerê, (Liv, Bizav) Napejirîne?, 18- Felsefeya Ehlaqê a Immanuel Kant, 19- Ehlaqê Dînî, 20- Zengînîya Zimên, 21- Saziyên Civaka Sivîl, 22- Huner û Pêşketin, 23- Zimanê Resen, 24- Gelo Sokrates û Platon, du Feylesofên Xiristiyan yên Beriya Hz. Îsa ne?, 25- Gelo Zerdeşt, Manî û Mazdek, Pêxember in yan jî Feylesof?, 26- Li Ser Zanayiya Dînî Çend Gotin, 27- Biratiya Kurdan, 28- Felsefe û Zanyarî, 29- Evîna Platonîk, 30- Zerdeşt Pêxember û Nietzsche, 31- Civaka Siberojê, 32- Psîkolojiya Bindestiyê, 33- Xwendin û Têgihiştin, 34- Li Ser Zanînîya Rojane û Şîretên Dê û Bavan Çend Gotin, 35- Lawo ne em du Zilam in, 36- Zimanê Serdestan û Berpirsiyarî, 37- Felsefe Lêgerîneke Bêrawest e, 38- Li Ser Peyva Apologîayê Çênd Gotin, 39- Li Ser Peyva Asketîzmê, 40- Felsefeya Serdema me, 41- Li Ser Zanista Teorîk Çend Gotin, 42- Çavê Aqil, 43- Wekî Tevgereke Felsefeyî û bi Terzê Yewnanî Meşşaîparêzî, 44- Di Felsefeya Xoşewîst Augustînusî de Têkiliya Xwedê û Mirovan, 45- Di Tevgera (Mezheba) Eşariyeyê de Îradeya Îlahî, 46- Hînwerîya Felsefeyî a Tevgera Mutezîle, 47- Di Utopîaya Bajarê Xwedîerdem de ‘Aqlê Pratîk’, 48- Di Teoriya Îbnî Sîna de, Demajoya ‘Aqilê Çalak’, 49- Di Xirîstîyaniyê de Naguheriya Rizgariyê, 50- Di Felsefeya Antîk Yewnanî û Xiristiyanîyê de Ramana Xwedê, 51- Di Felsefeya Îbnî Rûşdî de Bandûra Arîstotales, 52- Li Ser Zanistên Formel (Formal Sciences) Çend Gotin, 53- Bahoza Postmodernîzmê, 54- Di Felsefeya Îmamê Xezalî de Îman û Aqil, 55- Li Ser Felsefeya Felsefeyê Çend Gotin, 56- Di Serdema Navînî de Rewşa Felsefeyê, 57- Lêgerîna Arkheyê di Çanda Antîk Yewnanî de, 58- Felsefeya Ehlaqê ya Mewlana Celaledînê Rûmî, 59- Felsefeya Ehlaqê ya Hacî Bektaşê Welî, 60- Xweza di Felsefeya Arîstotalesî de, 61- Li Ser Felsefeya Serdema Nû Çend Gotin, 62- Li Ser Felsefeya Hemdem Çend Gotin, 63- Li Ser Pêdiviya Felsefeyê Çend Gotin, 64- Ji Felsefeya Pythagoras û Şopgerên wî, 5- Heyîn di Felsefeya Parmanîdesî de, 66- Erdem di Felsefeya Antîsthenesî de, 67- Ramana Bingehîn ya Tevgera Fenomenolojîyê, 68- Ehlaq jixweber (Spontan) e, 69- Têgeha ‘Baş’ di Ramanên Sokrates ‘B.Z.469-399’ de, 70- Têgeha ‘Baş’ di ramanên Platon ‘B.Z. 427-347’ de, 71- Têgeha ‘Baş’ di Ramanên Arîstoteles ‘B.Z. 384-322’ de, 72- Têgeha ‘Baş’ di Ramanên Stoaparêzan de, 73- Di Felsefeyê de Rêgeha Berjorwerî, 74- Tevgera Ehlaqî di Felsefeya Kant de, 75- Di Felsefeyê de Rêgeha Berjêrwerî, 76- Di Felsefeyê de Rêgeha Dahûranî (Analîtîk-Çareserker), 77- Di Felsefeyê de Rêgeha Sentetîk, 78- Di Felsefeyê de Rêgeha Aksîyomatîk, (Axiomatic Method), 79- Di Felsefeyê de Rêgeha Dîyalektîk, 80- Di Felsefeyê de Rêgeha Maiotîc, (Rêgeha Danwelidandin), 81- Li Gor Nêrîna Sartre Azadî û Berpirsiyarî, 82- Heyîn di Felsefeya Parmanîdes (B.Z. 515-460) de, 83- Felsefeya Ludwig Wittgenstein, 84- Ramana Xwedê di Felsefeya Descartesî de, 85- Mijar û Pênaseya Ciwannasiyê, 86- Di Felsefeyê de Pirsgirêka Spehîtiyê, 87- Pirsgirêka Têkiliya Spehîtî û Heqîqetê, 88- Pirsgirêka Têkiliya Spehîtî û Başiyê, 89- Pirsgirêka Têkiliya Spehîtî û Xweşiyê, 90- Têkiliya Spehî û Gewremendiyê, 91- Di Felsefeyê de Pirsgirêka Pênaseya Hunerê, 92- Pirsgirêka Hebûna Dadbarîyên Estetîkî yên Hevpar, 93- Descartes Çima Gotiye ‘Difikirim, Nexwe ez Heme?’, 94- Heyîn di Felsefeya George Berkeley de, 95- Xweza di Felsefeya George Wilhelm Friedrich Hegel de, 96- Li Ser Nêzîkwerîya ku Heyînê Wekî Buyînê Dibîne, 97- Li Ser Huner û Zanînîya (Knowledge) Hunerî Çend Gotin, 98- Felsefe, Hunera Fikirînê ye, 99- Felsefe, Xwe Dispêre Pirsan, 100- Şikwerîya (Scepticism) Xezalî, 101- Hezkirina Nirxên Serdestan, 102- Felsefe û Lêgerîn, 103- Felsefe û Civak, 104- Mijarên Felsefeyî û Wêje, 105- Li Ser Wesfên Felsefeya Îslamê Çend Gotin, 106- Aboriya Tirkiyeyê û Keda Kurdan, 107- Hemhestyarî, 108- Kesayetî û Kurd, 109- Di Serdema Navînî de Rewşa Felsefeyê, 110- Gelo Nietzsche Çima Xwestiye ku Ramana Xwedê Bikuje?, 111- Metirsî, Sayîş û Diltengî, di Felsefeya Hebûnparêz de, 112- Em ne Dilxwazên Bişaftinê ne, 113- Başî yan Xirabî?, 114- Têbiniyek Li Ser Gotina ‘Berîya ku ez Kurd bim, ez mirov im.’, 115- Çavkaniya Sêmendiya Pîroz a Xiristiyaniyê, 116- Girîngîya Ramanên Resen û Xwebûn, 117- Kê Ehmeq e?, 118- Tu Çawa ne Kurdperwer î Gidî?, 119- Rastiya Herî Raser û Bêdengmayîn, 120- Sê Pirsên Immanuel Kant, 121- Derbarê Çêbûna Alemê de du Nêrînên Sereke, 122- Sîyaset ne Armanc e, Amûrek e, 123- Platon: ‘Helbest, Peyva Efsûnî ye’, 124- Dilpakî, Niyeta Xirab û Hişê Azad, 125- Pêhisînên Augustînus, Schopenhauer, Kant û Rene Descartes, 126- Bazara Zimanê Kurdî û Berpirsîyarî, 127- Çepgirî yan Rastgirî?!, 128- Nietzsche û Sartre: Xwedê Hebe, Azadî Tune, 129- Zerdeşt Pêxember û Nietzsche, 130- Di Felsefeyê de Pirsgirêka Cudahiya Cewher û Heyînê, 132- Rehmetiyê Yaşar Kemal û Bejan Matur, 133- Felsefeya Ehlaqê ya Arîstotales, 134- Dahîtîya Yewnanî, 135- Girîngiya Nivîsmendiya Beriya Çapxaneyan, 136- Polîk Nîşana Zanyarîyê ne, 137- Dibistana Kynîzmê, Skenderê Duquloç û Kitêbxaneya Îskenderiyeyê, 138- Ruhên Cehenemî (Dojehî): Teorîya Teqdîra Îlahî, 139- Xweza di Felsefeya Arîstotales de, 140- Şîretên Aristotales, 141- ‘Dinya ji çi Çêbûye?’, 142- Ne Bersiv, Lêbelê Pirsên Felsefeyî Gerdûnî ne
Ji kerema xwe vê lînka jêrê bitiqînin û kitêbê daxînin computura xwe, yan jî bixwînin: Kitêba (Pdf): Fragmentên Felsefeyî (Philosophical Fragments)

Bersivekê binivîsin