Konê Reş: Çima wê roja felsefeya Kurdî nebe?!

Konê Reş: Çima wê roja felsefeya Kurdî nebe?!

Konê Reş: Çima wê roja felsefeya Kurdî nebe?!

Berî çendî rojan mamoste Alî Gurdilî xwediyê malpera (Felsefevan), ji min xwest ku ez tiştekî li dor 9ê adarê wek (Roja Felsefeya Kurdî), binivîsim. Belê min nas nekir çima 9ê adarê? Pêre jî, vê rojê hunermendê kurd Mihemed Şêxo anî bîra min. yê ku berê 27 salan têde çûye ber dilovaniya Xwedê.

Rast e, meha adarê bi piraniya rojên xwe ve, bi bûyerên kurdewariyê, ji şîn û şadiyê ve neqişandiye. Di vê heyvê de jî, çerxa felekê bi gera xwe ya normal radibe. Xwerist kirasê xwe yê bûkaniyê li xwe dike û xaka welatê qedexe bi rengê kolkezêrîn (Kesesorê) tê xemilandin. Wek ku bav û kalên me gotiye: (Bist û yekê adarê şev û roj hat qirarê).

Ez jî, bi pêşniyar û bijartina mamoste Gurdilî ji vê rojê re me û çima na..! 9ê adarê jî rojek ji rojên destpêka biharê ye, xweş e ku ev roj û felsefeya kurdî bi hev re bêne hunandin. Nexasim ku xwediyê bijartina vê rojê guhdana wî baş bi felsefeya cîhanî heye û bi hewildane ku bingehê felsedeya kurdî, li gor karîna xwe belav bike.  Çima em ê piştgiriya wî nekin û nav têde nedin? Çima emê rê nedinê ku felsefeya kurdî ji qirêj û gemarê daweşîne, pak û paqij bike û em pêre li felsefeya Cizîrî, Xanî, Cegerxwîn vegerin, perpêl bikin û şanî hev bidin.

Felsefeya me, ya ku temenê hezarê sala ye, ji ber qedexebûnê, gelek jê winda bûye û yê mayî, di nav edebiyata devkî de hatiye parastin wek; gotinên pêşiyan, mamik, çîrokên ser zimanê teba (Rovî, şêr, Gur, Keftar, Hirç..), bê ku bêne şirovekirin.. Û felsefeya Mîr Bedirxan, yê ku di heyamê xwe de gotiye: (Dîn, dine Xwedê ye em tev birayên hev in). Gelek nimûne hene.

Jixwe pêşketina miletan bi bîr û baweriyên feylesof û aqilmendên wî ye. Aqilmendî felsefe ye. Mirovê feylesof, aqilmend e. Ew e yê ku xweşî û geşiyê ji civaka xwe re dibijêre û di ber de gazî û hawar dike. Di vê biwarê de ez spasiya mamoste Alî Gurfilî dikim ku wî ev barê giran hildaye ser milên xwe û bi hewildane ku em têre derbas bibin.. Careke din spas jêre ku wê ev deriyê nû şanî me daye.

Bav û kalên me jî ji mêj ve gotine: (Heçî berê gula zerê), ew gulek zer e. Xuya ye gula zer di nav me kurdan de ji tev gulên rengîn yên din biqîmetir e? Gelo ji ber ku rengê wê û rokê ji hev in?

Konê Reş

Qamişlo, 29.02.2016

Bersivekê binivîsin