Rengîntir dibe bi te keskesor

Murad Dildar: Helbesteke ji bo girîngiya felsefeyê
Bi şewqê ronî dikî der û dor
Bi xêra te vedibin çavên kor
Rengîntir dibe bi te keskesor
Her bijî tu her bijî felsefe
Tu yî têgehên li jor û jêrîn
Tu yî pirtûkên wek zîv û zêrîn
Tu yî ji bo xwendevanan qêrîn
Her bijî tu her bijî felsefe
Bê te jiyan sivik e wek kef e
Geş nabe agirê hiş ditefe
Bê te jiyan daweta bê def e
Her bijî tu her bijî felsefe
Murad Dildar /03.03.2016
Latest posts by Mûrad Dildar (see all)
- Rengîntir dibe bi te keskesor - 03/03/2016
- Anarşîzma Epîstemolojîk - 14/07/2014