Kurd û Serokatiyên Siyasî

Kurd û Serokatiyên Siyasî

Kurd û Serokatiyên Siyasî

Serokê Herema Kurdistanê, serokê PDKê ye. Serokê YNKê, ku serokê Iraqê bû û îro ne di wê astê de ye serokatiyê bike jî lê Serokê YNKê ye. Serokê PKKê, ku di zindana tirka de ye, ne azade û ne di wê rewşê de ye, ku hêzeke azad bi rêve bibe, lê hê Serokê PKKê ye. PKKe di qada navdewletî de, ne hêzeke polîtîk tête pejirandin mixabin.

Ji hêza polîtîk bêhtir weke çekdar û tundkar tête nasîn. Lê serkirdatiyê ji hêza polîtîk û rewa re dike, di nav sînorê çar dewletan de. Her weha bi rêkxistinê ku bi nav cûda, li her aliyê dunya yê jî. Ev kiryar divê di bin çava re werin derbas kirin. Serokê Heremê nabe serokê partiyekê be. Serokwezîr erê. Serokatiya hêzeke siyasî nikare bê alî be. Bi alîbûnê re, ew nikare temsîla tevaya civak û hemû hêzên siyasî bike. Kesekî bi tendurustiya xwe ne amade nikare ji partiyeke ku rojana siyasetê bike re serok be.

Her weha ger ew serokê dewleteke ku parçeyek ji axa welatî wî, bê erêkirina xelkê wî xistibe bin desthelata xwe, nabe serokê partî û hêzeke welatê dagerkirî be. Serokê PKKê, rewşa wî xuya ye, di zindana tirka de ye, û heta teyrik û masiyê nêzîkî gravê dibin jî têne hejmartin, bi sala bi rengekî ji renga serokatî ji PKKê re dikir. Heta niha jî kesekî li şûna wî xwe bide pêş û were dîtin nîn e. Lewma jî PKKê hêjî bê serok e. Yê birêve dibin hene, lê ew nebûne serok. Ev ne şerte ku serokek hebe. Ya grîng ewe ev erk bi rêve biçe. Lê weke em dizanin kûlta serokatiyê di asta herî bilinde ye di nav PKKê de. Ev jî hem bandora PKKê û hem jî ya hêja Ocalan asteng dike. PKKe ji aliyê desthelatê dunyayê de, hêzeke çekdar, tundkar û gelek welata ew xistiya nav lîsteya „terorîst“. Lê ew hêza siyasî û rêkxistinê rewa yên li gorî yasayên dewletên desthelatdar bi rêve dibe. Bi vê yekê re nahêle ew hêz û rêkxistin bibin xwedî statu û xweser.

Bi vêya re hem rê li ber pêşketina van rêkxistina digire û li ber xwe jî. Yê herî zehmet tête guhertin ol e, lê Papsê katolîkan jî dest ji vê kevneşopiyê berda. Papsê bi eslê xwe alman dest jê berda û li şûna wî yê niha hate ser kursî. Ev cara yekem bû di dîroka mesîhiya de, Papsek bi saxî ciyê xwe vala dihêle. Peyveke pêşiya heye dibêje; Karkirê xwe şîrînê hevala! Partî, serok û kesayetên kurd bi kar û xebata xwe gelek tişt kirine, lê ev nayê wê wetayê ku hemû tişt e. Siyaset guherîn û veguherîna rojane ye, yê bi dehan sal heman peyvê û meqamî binuhurîne, wê dawiya xwe bi destê xwe werîn e.

Newaf Mîro 

newafmiro@gmx.de 

21.03.16

Bersivekê binivîsin