Felsefe rahişmendiyeke mirovî ye

Felsefe rahişmendiyeke mirovî ye

Felsefe rahişmendiyeke mirovî ye

‘Felsefe ne zanistek e, ne ilm e û  ji ber vê yekê jî, em dibêjin ku felsefe rahişmendiyeke mirovî ya aqilane ye. Rê û rêbazên felsefeyê herdem aqil bûye, mantiq bûye, tiştên ku aqil û mantiqê mirov qebûl nake, felsefe jî wê yekê qebûl nake. Helbet hemû pirs û pirsiyarên ku têne kirin, meriv nikare bibêje ku pirs yan jî pirsiyarên felsefî ne. Beriya hertiştî pirsên ku têne kirin divê pirsên çawa bin? Divê pirsên aqilane bin û divê mirov bêje pirsên giştî bin. Pirsên tevgişt bin. Pirsên giştî çawa ne? Mînak mirov dikare bibêje –Ez çawan îro dikarim herim malê? An rêya mala min nêzî kîjan kolanê ye? Bêguman ev jî pirsek e, lê ne pirseke felsefî ye. Pirsên felsefî beriya hertiştî divê pirseke tevayî be. Felsefe bêhtir bala xwe dide daristanan, bala xwe nade yeko yeko daran. An ku ev dar kîjaye, çawaye, teybetmendiyê wê çawaye filan û bêvan. Felsefe rasterast pirsa xwe dike û dibêje; <daristan çi ye?> Pirsên felsefî ev in, pirsên bi vî rengî ne.’ 

Ali Gurdilî 

felsefevan@hotmail.com  

22.03.2016 

Çavkanî: http://http://www.felsefevan.org/19603.html

Bersivekê binivîsin