Lêkolînên li Perestgeha Castiloyê

Lêkolînên li Perestgeha Castiloyê

Li gorî zanyaran perestgeha El Castilloyê binav û deng yê li Chichén Itzá ku bajareke Mayayiyan a li Meksîkayê ye, weke matrûşkayên Rûsyayê hatine çêkirin. Lewre di perestgeha El Castilloyê de du pîramîdeke din û di wê pîramîdê de jî pîramîdeke din heye.

Zanyar ji berê ve dizanibûn ku El Castilloyê 30 metre dirêj ji aliyê şêniyên Mayayê weke perestgeha Xwedawendê Kukulcán dihate bikar anîn. Lê zanyar ji xebatên xwe yên dawîn encamên berfirehtir bidest xistin, di wê perestgehê de pîramîdeke 10 metre dirêj û pîramîdeke din jî heye.

Lêkolîner Rene Chavez Seguro wiha dibêje; “Ji perestgeha El Castilloyê tê dîtin ku perestgeh weke Matrûşkayên Rûsyayê hatiye çêkirin. Pîramîda 10 metre dirêj di navbera salên 550 û 800î de, pîramîda din di navbera salên 800 û 1000î de û pîramîda mezin jî di navbera salên 1050 û 1300î de hatiye çêkirin.

Denisse Argoteê ji Enstitûya mirovnasî û dîrokzaniyê li Meksîkayêye wiha berdewam dike; “Pîramîd li ser pîramîdê hatiye çêkirin û helbet sedemên bi vê şêweyê çêkirina perestgehê jî heye, mesela kevirên pîramîdê yên bi demê re xesar dîtine û hatine serekên nû ku hin ji serekên nû hatî dû re bûne Xwedawend. Vedîtina pîramîdên nû yên di perestgeha El Castilloyê de dê ji me re rê li ber naskirina çanda Mayayiyan vebike û li ber çavên me raxistina şop û bandora neteweyên din yên ji Navenda-Meksîkayê ne bike. Dîsa me di sala 2015an de bidest xistibû ku El Castillo li ser çemeke binerdî/nepenî hatiye çêkirin.”

Metîn Eser

Çavkanî: The Guardian

Bersivekê binivîsin