Bobelat û Karesata Jiyanê

Bobelat û Karesata Jiyanê

Bobelat û Karesata Jiyanê

     Li qeraxê Derya ya Erebî li welatê Hînda tav hêdî hêdî diçû ava. Mirovek bi tiptenê li ber behrê rûniştibû li tavê dinihart û li bilûrê dixist. Ev kes herêvar ev tevger û bizava xwe didomand û ku tav diçû ava û tarî diket erdê bi dengekî kesertijî weha digot:

     “-Ey tava pîroz! Îro jî te min nevexwend ji bo hevrêtiyê û te min dîsa li pey xwe hişt. Ev çend mehin ku ez têm te verê dikim lê tu qet li pey xwe nanêrî û nafetilî û nabêjî ka ev mirovê neçar û belengaz û bêhêvî maye kiye û daxwaza wî ji min çiye?”

     Bîskek bêdeng dima û piştra bi dengekî bilerzok û zîz weha digot:

               “Li vi welatê xerîb, li vê xak û ax a nenas

                Ditirsim bimînim li vir ta jiyana min xelas

                Bêheval û bêhogir û bêkes û bêyar ku bimrim

                Dê min bişewitînin xweliya min bikin yek tas”

       Paşê pişta xwe dida behrê û dimeşiya di tariyê de winda dibû.

      Ev çend meh e ku ev kes li vî welatê ye hê tu kesekî nizanibû kiye, navê wî çiye û ji kuderê ye. Bi tenê dihat zanîn ku keştiyek di behrê da binav bibû û ji wê keştiyê tiptenê ev kes xelas bibû. Ne wî ji zimanê kesên li wêderê dijiyan fehm dikir û ne jî ew kesên ku niştecîhên wêder bûn ji zimanê wî fehm dikirin.

     Jixwe di hemû jiyana wî de tenêtî û bêkesî wekî zelqokek pêv zeliqîbûn. Li vî welatê jî dîsa wekî hertim hevalê wî yê qedîm, tenêtî li bal bû. Ji xeynî vî hevalê wî yê daim hevalekî din jî hebû; ev bilûra wî bû. Di şevê zivistanê yê sar û serma da, di şevê havînê yê germ û tengijiner da û di şevê biharê yê hênik û dilrihetker da tim û tim bilûra wî di destê wî da bû. Ne ji bilûra wî bûna wê nikaribûna berxwebide û wê di nav vê xerîbî û neçarî yê de aqilê xwe biçelqanda û dîn bibûya û biçola biketa.

     Meh û sal derbas dibûn demsal diguherîn lê di rewşa vî kesî de çu guherîn çênedibû.Êvarek dîsa çûbû qeraxê behrê ku dîsa tavê verê bike. Dît ku li şûna herêvar diçê tavê verê dike li nêzî kersaxê keştiyek lenger avêtiye û sekiniye. Lê wî neda ber tişkî û dîsa wekî hertim li bilûra xwe xist û tavê vere kir. Paşê dîsa bi dengekî kesertijî û zîz weha got:

               “Li vi welatê xerîb, li vê xak û ax a nenas

                 Ditirsim bimînim li vir ta jiyan a min xelas

                 Bêheval û bêhogir û bêkes û bêyar ku bimrim

                 Dê min bişewitînin xweliya min bikin yek tas”

     Di wê gavê da mirovek di keştîyê de hatina wî dîbû û ji serî heta binî li kiryarê wî temaşe kiribû. Piştî wî kesê ku tavê verê kir û pişta xwe da behrê ku wê vegere û here, ew mirovê di keştiyê da bang lê kir û got: “Hêê! Tu Kurdî?” Ew kesê li xwarê çawa ku vî dengê bihîst di şûna xwe da mît ma û tu divêkê hemû xwîna wî ji laşê wî kişandibin sar bû. Mirovê di keştiyê de dîsa bang kir û got: “ Çima tu bersiv nadî tu Kurdî an jî na?”

     Ew kesê li xwarê bû dixwest bersiv bide lê peyv bizor ji qirika wî derdiketin lê ti tiştek jê nedihat fehm kirin. Mirovê ku di keştiyê da bû hat bale û weha gote jêr:

     “Vê bilûra ku ti lê dixî bi tenê li welatê Kurda heye û vayê ez dibinim tu bi Kurdî jî diaxifî. Ez dibêm tu Kurdî. Nedihat aqilê min ku ezê li welatê Hînda Kurdekî bibinim. Tu kîngê û çawa hatî vêderê? Ka serpêhatiya xwe ji min re bibêje. Lê divê em herin keştiye rûnên û bi behna fireh mijûl bibin.”

     Piştra herdû çûn keştiyê. Mirovê ku di keştiyê da bû dîsa dest bi axaftinê kir û got: “Navê min Abhigyane û ez Ûrisim. Navê te çiye û tu li vandera çidikî?” Ê din bersiv da û got: “Navê min Vejan e. Belê te pê derxist ez Kurdim. Lê ez heyirî dimînim ka çawa dibe li welatê Hînda ezê leqayê yekî Ûris bibim û ewê jî dizanibe bi Kurdî biaxife. Tu çawa li kuder fêrî Kurdî buyî?”

      Abhigyan got: “Ez bazirgan im û ez li pirî welatê dinya yê geriyame”  û devê şûşa meyê vekir û du piyan tijî kir. Yekî dirêjî Vejan kir û qurtek mey ji piyana xwe vexwar û axaftina xwe domand:

     “Nêzî bîst bîst û pênc sal berê rêya min bi awayekî ketibû Kurdistanê. Gava em gîştin welatê we zivistan nû destpêkir. Me digote emê bi lezgînî danûstendina xwe bikin û hê ku berf nebare û rê neyên girtinê emê ji wir dakevin aliyê başûrê û herin hinek walatên din. Awê ku tu jî dizanî li welatê we çiya yê asê û bilind pir in. Ew sal jî saleka xerîb û xeddar bû. Em hinek bi derengî ketin û rê tevî hatin girtinê. Ji ber vê em wê zivistanê li wir man û di wê navberê da min zimanê we hînkir.” Û ji Vejanpirsî û got: “Ez pir serpêhatiya te meraq dikim. Te hêjî behs nekir ka tu çawa û ji bo çi hatî vêder.”

     Vejan axînek kûr kişand û got: “Serpêhatiya min dûr û dirêje. Ez dê nizanim ji kuder destpêbikim. A rast ew e ku ji serê serîda destpêbikim lê ku destûr û wextê te hebe.”

     Abhigyan pêra pêra got: “Li guhdarkirina serpêhatiya te ezê pir kêfxweş bibim û hem jî ezê van pirsen di serê xwe da bibersivînim.”

     Piştî vê bersiva Abhigyan Vejan dest bi serpêhatiya xwe kir:

     “Zaroktiya min bi şivanî û gavanî derbas bû. Ji çiya û zozanê Kurdistanê bigre ta hetanî mêrg û deştê Kurdîstanê tu cîhekî ji ber piyê min nedifiltî. Hetanî nozdeh û bîst saliya min ez tim li çol û gaza bûm. Ne haya min ji rewşa civakê hebû û ne haya min ji doz û bîrdoziyê hebû û ne jî haya min ji rewşa welatê min hebû. Di nav xweza û sirûştê da ez tim azad û serbixwe bûm. Min qet nedizanibû ku welatê min bindeste û em Kurd jî tê da êsîr û dîl in. Piştî bîst saliya min li hember dewleta êrişker û dagirker Osmaniyan kurdên me serî rakirin û tevger û bizava serhidanê li dar xistin û ji bo azadî û serxwebûna xwe ketin tekoşîneka pir dijwar. Di wê demê de hêst û pejnên min ê welatparêzî û kurdewarî ya min coş bû û min jî dev ji hertiştî berda û ez jî beşdariyê vê serhildanê bûm. Lê rêxistina me ne rêkûpêk bû û çek û sileh û arastekê me jî pir kêm bûn. Lewma jî li hember dijmin ti sihûdê me tinebû. Lê dîsa jî em bihêvî bûn û me dev ji şer û cengê bernedida û hetanî ji deste me dihat me berxwedida. Di encama wî şerî da em têk çûbûn. Di şerda pir kes ji me hatibûn kuştinê û ê ku mabûn jî pirî ji wan dîl ketibûn. Yek jî ji wanê dîl ketibû ez bûm. Awê ku min gava dinê jî got di şerda pir kuştin û mirin çêbibû. Lewma jî dewleta Osmaniya nedixweste me jî li ber çava bikuje. Biryarek girtin û gotin; ê baş ew e ku em van kesa nefî bikin û wan bişînin welatên ku ji welatê wan pir dûr in ku hew dikaribin vegerin welatê xwe. Me hemûyan wekî pez li keştiya siwar kirin û şandin welatê xerîb ê dûr.

     Rêwîtîya me pir xeddar û dijwar derbas dibû. Di roja çaran da em gihiştin Derya ya  Erebî. Şevek a zivistanê tarî û zilûmat bû. Li asûman yek hebek stêrik xûya nedikir. Reqe reqa ewr û ezman û şîrqe şîrqa brûskan bû. Ba û bagerek rabibû û pêlê avê bi ser keştiya me diketin. Keştiya me jî jixwe li ber rihma Xwedê bû. Nîv seet berxweda neda keştî li kêlekê kelibî. Di wê xirecirê de min ji xwe ra digot êdî dawiya jiyana min hat. Min hişk bi bilûra xwe girt wekî ku wê bilûra min jî bi min re koçê dinyaya din bike û wê bibe hevrê yê min ê axretê. Min wê da ber dile xwe û min wê hemêz kir. Hemû kesê li dora min eşheda xwe dianîn û deste xwe ber bi jor ve vekiribûn û niyaz dikirin ji xwedayê xwe ra. Lê min dikir û nedikir deste min bilûra min bernedidan ku ez jî deste xwe berbijor vebikim û dia bikim her çikas ku ez ne yekî oldar jî bûm. Di wê kêlîyê da keştiya me av girt û hêdî hêdî binav dibû. Wê gavê tiştek ji paşve li sere min ket û min ji keştiyê deravêt. Piştî wî ti tiştekî nayê bîramin.

     Çawa gihiştim perava behrê?

     Çawa ez jî wekî wan hevrê yê xwe nefetisim û nemirim?

     Û çawa ev bilûra min ji deste min derneket û di avê da winda nebû?

     Ez hêjî bersivê van pirsa nizanim. Lê tiştê kû ez dizanim gava ku min çavê xwe vekir ez li kersaxa behre bûm û çend jin û mêrê Hîndî li ser serê min bûn. Kêf dikirin û bi min re diaxifîn. Lê min ti tiştek ji wan fehm nedikir. Di wê deme da tiştek tene hatê bîramin: Hevrê yê min ên keştiyê. Hêjî di derheqê wan de min ti agahiyek nebihîstiye. Ez nizanim mirine yan mayîne. Lê guman dikim ku we tevî mirîbin. Herroj û herşev ew di bîramin da ne û dîmenê wan ji ber çavê min naçin. Hema bibê herşev têne xewnên min wekî ku dixwazin tiiştek ji min re bibêjin.

     Pirî cara ez ji yezdanê dilovan hêvî û viyan dikim da ku ez jî bimrim û ji vê jiyana têkçûyî bifilitim. Tim û tim diramîm ka gelo çi îlam û hîkmet divê de heye ku ez tiptenê filitîm.”

     Bistek herdû bêdeng man. Paşê Abhigyan gote:“Ez pir ber hevalê te ketim. Lê êdî xem mexwe lewra jiyan didome û ê çû nema vedigere. Ev rastiyek jiyanê ye.” Û biskek bêdeng man herdû. Paşê Abhigyan dest bi axaftinê kir:

     “Belêêê bele. Ev rewşa ku tu li vî welatê têdayî ez baş dizanim. Lewra çaxê ku ez nû çûbûm welatê we ez jî di heman rewşê da bûm. Lê min biryarek girt û got weha nabe. Divê ez zimanê we hîn bikim ji bo hem di jiyana rojane da bi kar bînim û bi niştecîhê welatê ku ez lê bûm re bikevim têkiliyê û hem jî dikaribim nivîs û helbestê nivîskarên Kurd bixweynim. Jixwe li rojava û li welatê me pirî rojhilatnas qala nivîskarên Kurd û berhemên wan dikirin. Min dest bi fêrbûna zimanê we kir û di demekî kurt da êdî me ji hev fehm dikir. Her ku çikasî zivistan bûna jî ez tim li derve bûm, Li sûkê bi bazirganan re diketim têkiliyê û danûstendinê dikir. Çi şevbihûrkê mîr û began hebûna ez beşdarî wan dibûm. Hema bibêje bi hemû dengbêjên wê heremê re ez bibûm heval. Di nav wan denbêjan de denbêjek a jin jî hebû û navê wê Berfê bû. Bi dîtinaya wê dilê min dikir gupe gup û ez bi agirê evîna wê dişewitîm. Min seh kir ku dilê wê jî di min de heye. Min û wê dixwest em bi hevre bizewicin lê awê ku tu jî dizanî hinek orf û edetê we hene. Pismamê Berfê li berê bû û diviya bû Berfê pê re bizewice. Ti jî dizanî di nav we Kurda de ku keçek pismamê wê li ber be  êdî kes nikare wê bixwaze. Lewma jî ez û Berfê negihiştin hev û miradê me bi hev nebû.

     Dem bihuri bihar hat û rê tev vebûn. Êdî tu karê li wir nemabû. Min kevir da ser dile xwe û bineçarî min Berfê li pey xwe hişt û em daketin welatên başûr.  Min ew çax sozek da xwe da ku ezê ji xeynî Berfê bi tu kesekî re nezewicim. Min soza xwe anî cîh. Hêjî ez ji soza xwe venegeriyame û ez hêjî ezepim.”

      Abhigyan axînek kûr kişand û axaftina xwe domand:

     “Gava ku ez çûm cem Berfê ku xatir û helalî jê bixwazim Berfê li nava çavê min nihêrî û weha gote min: Ez jiyana xwe wekî du heyama ji hev dabeş dikim. Heyama yekemin pêşiya nasîna te ye ku mîna zivistaneke sar û seqem û nezindî bû. Zivistan hemû xweşî û şahiyê xweza û sirûştê dixe bin serweriya xwe û tevde diveşêre. Dilê min jî di vê heyamê da mîna ku sirûşta di bin berf û cemede da mabê ne hez dikir, ne dikeniya û ne jî digiriya. Wekî darên ku payîzê pelê xwe diweşînin hêdî hêdî hest û pejnên min jî wisa ji min diweşiyan û winda dibûn. Lê bi dîtin û nasîna te heyama min a duyemîn destpê kir. Çawa bi hatina biharê xweza û sirûşt ji nûve xwe dixemilînin û ji nûve divejîn ez jî bi dîtin û nasîna te ji nûve vejîyam. Ev dile min ê tûnd dîsa nermikî bû û ji nû ve min xweşî, şahî, evin û dilgeşiyê nas kir û hez kir. Ez sond dixûm û soz didime te ku ez bizewicim û kurekî min çêbibe ezê navê wî Vejan deynim. Her çikas ez lê binêrim tu yê bêyî bîramin û ezê ji nûve bivejim.

     A ji ber vê ku min nû navê te bihîst ez hinek xemgîn û hinek jî dilşad bûm. Bi saya te hemû bîranînê Berfê ji nû ve hatin bîramin.”

     Çawa ku Vejan van tiştan bihîst bîskek di şuna xwe da bêdeng ma û ramiya. Di dile xwe da got: “Navê min Vejane navê diya min jî Berfê ye û tê gotin ku diya min jî bere dengbêj bûye. Lê na lo hewkas jî nabe. Ez ji xwe ra dibêjim bi tevahî ev pîşad û rasthatiniye.” Biskek herdû bêdeng man. Vê bêdengîyê Abhigyan xera kir û got: “De ka êdî em rakevin. Em herdû jî westiyane û em herdû jî bêxewin. Jixwe hetanî çend hefteya ezê li van dera bim û emê hê pir hevdû bibînin. Ger tu bixwazî hînê zimanê Ordûkî bibî ji xwe pir nêzî Kurdiye û tu bixwazî çand û dîn û kevneşopiyê van nas bikî ezê ji ter bibim alîkar.”

     Piştî Abhigyan axaftina xwe kedand nivîn û cîhê razanê ji Vejan re amade kir.

                          *Sê hefte piştî nasîna wan*

     Di nav van sê hefteyan da bi alîkariya Abhigyan Vejan hinek ketibû nava civaka Hîndî û hêdî hêdî pirsen di sere xwe da dibersivand. Tiştê ku Vejan herî meraq dikir ola Bûdîzmê û Bûdîst bûn. Her çikas Vejan Bûdîstan didît di şuna xwe da li wan temaşe dikir û digot: “Ka gelo vana çidikin û çima sere tevekiya rûte û çima cil û bergên van hemûyan tirincî û sor in.”

     Her çikas Vejan di jiyana xwe da ne oldar bû jî ola Bûdîzm ê û hinek taybetiyên vî dînê bala wî dikişandin. Tiştê ku herî bala wî dikişand jî kirasguherîn(reenkarnasyon) bû. Hêvî û viyanek ketibû dilê wî û digot:

     “Di vê jiyana min a têkçûyî da ez qet û qet nekeniyam û çi tiştê ku min dixwest min wan bi dest nedixist. Tirsa mina herî mezin ew bû mi digot ku ez bimrim ezê azadî û serxwebûna Kurdistanê nebînim û ezê çavvekirî herim dinya ya din. Ji niha pê va ez êdî bawer dikim ku ez bimrim jî wê giyanê min nemire û wê di laşê mirovekî din da jiyana xwe bidomîne. Ku laşê min mir û çû jî dîsa wê giyanê min bi çi awayê dibe bila bibe wê ji bona serxwebûn û azadiya Kurdîstanê tekoşîna xwe bidomîne û di dawiya dawiyê de ezê Kurdîstaneke azad bibinim. Niha jî ji Yezdanê dilovan hêvî û viyan dikim ku ez di vê jiyana xwe da van daxwezê xwe bi cîh bînim. Lê ger ez vê derfêtê bi dest nexim jî dixwazim di jiyana xwe ya din da giyanê min bikeve laşê mirovekî egîd û fêris û gernas ku di heman demê da jî aqilmendek be.”

     Şeva dawiyê bû. Wê serê sibê zû Abhigyan bi rê biketa û dê biçûna ji vî welatî. Ev şev şeva xatir xwestinê bû. Abhigyan û Vejan di keştiyê da ketibûn mijûlahiyeke kûr. Herdû jî xemgîn û xembar bûn. Şev dibihûrî wext kêm dibû. Abhigyan rabû piya û rakir şûşa meyê û du piyana. Herdû piyana tijî mey kir û yekî dirêjî Vejan kir. Vejan jî şixwe ku qirika wî ziwa bibû pêra pêra piyanê bi ser deve xwe da kir. Lê Vejanê pepûk û reben dê çi dizanibû ku Abhigyan di pêşî de jehrê xistibe piyana wî û dixwaze wî bikûje. Bi vexwarina Vejan ra Abhigyan bişirî û kêf kir û di dilê xwe da weha got: “Min nizanibû ku wê vî karê weha hêsan û senahî be.”

     Bele Abhigyan ne Ûris bû û ne jî bazirgan bû. Ew sixûrek dewleta Osmaniyan bû. Navê wî ye bera jî Alî İhsan bû. Ji bo karê dewletê hatibû welatê Hînda û li vêder çîroka Vejan seh kiribû. Ji dewleta Osmaniyan tirêkê hemû kesê di keştiyê da mirine. Lê ku Alî İhsan pê hisiya ku yekî ji wan filitiye pêra pêra dekek di serê xwe da çêkir û got: “Divê ez vî jî bikujim da ku kes ji wan mirovên di keştiyê da bûn sax nemîne.”

     Bîskek şûnda hiş ji serê Vejan çû û çavê wî reş bûn. Xwêdan dida û kef ji devê wî dihat. Têgihiştibû ku ewê bimre. Di wê deme da tiştek tenê hate bîra wî. Ev tişt daxwaza ku ji xwedayê xwe xwestibû bû. Hêvî dikir û digot giyanê min çend xulek şûnda wê bigihîje yekî egîd û fêris û di heman demê da jî aqilmendekî. Pê kî Vejan li vê dinyê bû, yê din li ya din bû. Di nav mirin û jiyanê da diçû û dihat.

     Alî İhsan li vê rewşa Vejan nihart û qelûna xwe xist deste xwe û kenekî qebîh û kuşpene kir. Singa xwe werimand û piyanê da ser devê xwe û qurtek mey vexwar. Belê serkeftina xwe pîroz dikir.

     Di heman demê da li ser çiyayê Nemrûdê li ber qeraxa gola kortala li lûtke ya çiyê, jineka Kurd di ber welidandinê da bû. Hatina zarokê a dinya yê û çûna Vejan a dinya ya din bi hevre û di kêliyek da bû. Bele Vejan koçî dinya ya din kir û Xwedê zarokek keçik da wê jina Kurd. Ji ber serma û seqema wê der navê keçikê Qeşemê danîtin.

     Bi mirina Vejan êş ket dilê Alî İhsan. Lewra Alî İhsan kurê xwe yê ji xwîna xwe kuştibû. Gava Osmaniyan Kurdîstanê dagir kiribûn Alî İhsan jî di nav artêşan Osmaniyan efserek bû. Alî İhsan û leşkerê xwe li herema ku xistibûn bindest leqayê keçekê ku li çolê li ber pêz bû hatin. Navê wê keçê Berfê bû. Alî İhsan ji leşkerê xwe ra got: “ Wê bînin ba min.” Alî İhsan zorganiyê  (tecawuz) li wê kir û li riya xwe domandin.

     Neh meh û neh roj piştî vê bûyerê Berfê welidîbû û Xwedê zarokek kur dabû Berfê. Vejan ev zarok bixwe bû.

EMRE MÛHARGÎNΠ 

07 Tîrmeh 2015/ AMED

Bersivekê binivîsin