Lêkolînên Li Ser Axaftina Mêşan

Lêkolînên Li Ser Axaftina Mêşan

Dijmin çiqas mezin e? Gelo ew gihîştiye ber deriyê me yan hîn li dûr e? Li gorî lêkolîna Zanîngeha Californiayê, mêş axaftina xwe bi rêya pêlpêlandina sinyalan ve pêk tîne. Ji lêkolîna li ser mêşan ve hate dîtin ku buxik/mêşûmor heta radeyekê dikarin li ser rewşa bixeter danûstandinên xwe pêk bînin. Beriya vê lêkolînê, dema xeteriyê de danûstandinên xwe pêk anîn, bitenê bo heywanên bimazmazk yên weke çûk û meymûnan bû. Lê ji buxikên civakî(sosyal) yên weke mêş û gêle-morî ku pirr nêzîkî hev û din re dijîn, hate dîtin ku bo berdewamkirina emrê xwe, bi hev û din re danûstandinên xwe pêk anîn, pirr û pirr girîng e.

Pisporan ji ezmûnên xwe yên qor bi qor hatibûn kirin, li ser helwesta mêşhingiva Asyayî ya ji aliyê mozê ve tê êrîş kirin, sekinîn. Moz cureyeke mezin e ku li derveyî kulmozê(hêlîna mêşan) disekine û mêşên ji kulmozê derdikevin der dikujîne. Piştî demekê bo talankirinê dikeve kulmozê. Li mozê dayîn bê feydeye lewre qalikê mozê dikare li hember lêdayînên mêşhingivan bide.

Pisporan, êrîşa mozê ya li ser kewara mêşan ve tomar kirin. Bertekên du cureyên mozan hatin muqayese kirin: moza Asyayî ya li derûdora 2,5cm mezin û birarziyê wî yê 4cm mezin e ku xwediyê xeteriya herî mezin e. Êrîşên ku hatin kirin, di deriyê kulmozê û pichekî dûrî kulmozê de hatibûn kirin. Ji berê ve dihate zanîn ku mêşên ji êrîşa mozê difilitîn hev û din bi sinyalên sekinandinê hişyar dikirin. Mêş, bi serê xwe li laşê mêşekê din dide, û çend caran bi kurtedeman laşê mêşeke din dide hejandinê. Bi vê re mêşa din dest ji dîlanê ber dide ku awayeke hev û din hişyarkirinê ya bo cihên nebatên herî xweşik tespîtkirinê ye.

Vê carê pisporan varyasona di navbera sinyalên sekinandinê jî tespît kirin. Dema rastî dirindeyên mezin dihatin sinyalên pirr bihêz belav dikirin û dema xeteriya dirindeyan nêzîkî kulmoze ve dihat, sinyalên bihêz yên pirr dirêj belav dikirin. Radeya hişyarkirinê jî cuda bû. Lewre dema moza mezin yê Asyayî êrîş dikir yan jî li ber deriyê kulmozê disekinî, mêşhingiv dest ji dîlanê ber dida û ji kulmoza xwe dernediket.

Metîn Eser 

Chavkanî: De Volkskrant

Bersivekê binivîsin