Lêkolînên Li Ser Embriyoyên Çêkirî

Lêkolînên Li Ser Embriyoyên Çêkirî

Zanyarên Brîtanyayî xebateke pirr girîng pêk anîn, lewre cara pêşin e ku zanyar di xebatên xwe yên li ser çêkirina embriyoya-hevşêwe ya çêkirî (sûnî) de biserdikevin. Zanyar diyar dikin ku bi vê vedîtinê gavekî pirr girîng hatiye avêtin û dîsa dikarin bi vedîtina xwe nehêniya li ser peresîna mirovî deşîfre bikin. Lêkolînerên Zanîngeha Cambridgeê bi alîkariya teknîka-3D û du cureyên şaneyên reha jiyanê (stam cell), embriyoya mişkekê ya ku anatomiya wê bêqisûr û bêkêmasî ye, çêkirin. Lêbelê her çiqas embriyoya çêkirî pirr bişibe embriyoya biyolojîk jî, zanyar ji embriyoya çêkirî biguman in ku embriyoya çêkirî bi demê re pêşbikeve û bibe cenîn. Lê tiştê girîng ev e ku embriyoya çêkirî, weke embriyoya biyolojîk heman merheleyên gihaştinê derbaz dike û ev jî rê li ber lêkolîneran vedike ku lêkolîner bi hêsanî xebatên xwe li ser embriyoyên çêkirî pêk bînin.

Profesor û rêvebera lêkolînê Magdelana Zernicka-Goetz wiha dibêje; “Ji ber xebatên li ser embriyoyên çêkirî û pê re bi bidest xistina zanyariyên ji xebatên li ser embriyoyên çêkirî, em dikarin rê li ber xebatên li ser embriyoyên mirovî vebikin û zehmetiya herî mezin ku kêmpeyda bûna embriyoyê ye, ji holê rabikin.” Zanyar heya vê gavê ji xebatên xwe yên berê yên li ser çêkirina embriyoyên-hevşêwe yên çêkirî, encameke girîng bidest nexistibûn. Lêkolînerên Cambridgeê sedema wê jî wiha vedibêjin: “Lêkolîner di lêkolînên xwe yên berê de bi tenê ji şaneyeke reha jiyanê sûd werdigirtin, lêbelê ji bo gihaştina embriyoyê pêdivî bi çend şaneyên reha jiyanê heye.”

Metîn Eser

Çavkanî: Science / 07.03.2017

Bersivekê binivîsin