Encama Lêkolîna Li Ser Zarokên Qelewok

Encama Lêkolîna Li Ser Zarokên Qelewok

Lêkolînerên Brîtanyayî encama lêkolîna xwe ya li ser zarokên qelewok (bi obezîte) eşkere kirin. Zarokên qelewok kîloyên xwe yên zêde ji dê û bavê xwe werdigirin. Li gorî lêkolînerên ji Zanîngeha Sussexê, zarokên qelewok kîloyên xwe yên zêde ji sedî 35 heya 40 û zarokên pirr zêde qelewok jî kîloyên xwe yên zêde ji sedî 55 heya 60 ji dê û bavê xwe werdigirin. Lêkolînerên Sussexê ji bo pêkanîna lêkolînê li ser BMIya (Body Mass Index) zarokan sekinî ne û lêhûr bûne. Her zarok nîvê BMIya heyî ji dê û bavê xwe werdigire û zarok çiqas zeîf be, ewqas jî wergirtina BMIya ji dê û bavê xwe hindik, zarok çiqas qelew be, ewqas jî wergirtina BMIya ji dê û bavê xwe zêde dibe.

Lêkolîner analîzên xwe li ser daneyên 100.000 zarok û dê û bavê zarokan pêk anîne. Kesên beşdarê lêkolînê bûne ji welatên cihêreng: ji Brîtanyaya Mezin, Dewleten Yekbûyî yên Amerîkayê, Çîn, Endonezya, Îspanya û Meksîkayê bûne.

Peter Dolton wiha dibêje; “Hema bêje me ji her aliyê cîhanê daneyên xwe berhevkir, daneyên me ji deverên cuda yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku mirovên herî qelewok tê de têne dîtin û ji deverên cuda yên Çîn û Endonezyayê ku mirovên herî zeîf tê de têne dîtin, pêk tê. Delîlên me xurt û delîlên bibingeh in.”

Dîsa du sal berê Dezgeha Navneteweyî ya Tenduristiyê bi daxuyaneyê ragihandibû ku obezîte bi pirranî li welatên ku zêdehiya kaloriyê heye, rû dide.

Metîn Eser

Çavkanî: Economics and Human Biology

Bersivekê binivîsin