Lêkolînên Li Ser Guherîna Mejiyê Jinên Ducanî

Lêkolînên Li Ser Guherîna Mejiyê Jinên Ducanî

Lêkolînên Li Ser Guherîna Mejiyê Jinên Ducanî

Zanyarên Îspanyayî û Hollandayî encama lekolînên xwe yên li ser mêjiyê jinên ducanî eşkere kirin. Mêjiyê jinên cara pêşin ducanî dibin, ji ber bandora hormonên ducanîtiyê veguherînin mezin derbaz dikin ku jin, bi veguherînin mezin yên ji ber hormonên ducanîtiyê gav bi gav ber bi dayiktiyê ve diherin û piçûk dibin.

Zanyar Elseline Hoekzemayê ji Zanîngeha Leidenê wiha dibêje; “Çawa meriv ji dema zaroktiyê derbazî xortaniyê dibe û mêjiyê me hin veguherînin mezin derbaz dike, wisa jî mêjiyê jinên ducanî veguherînin mezin derbaz dikin û xwe li gor rewşa jinên ducanî amade dikin. Hîppokampûsa ku beşek ji mêjiyê me ye, mêjiyê jinên ducanî piçûk dibe û dîsa maddeya gewr ya di hin şûnên korteksa mêjiyê jinên ducanî de jî kêm dibe.” Şûnên ku veguherînin mezin derbaz kirine, ji bo pêderxistin û têgihîştina ray û ramanê û her wiha hestên kesên din, pêdivî pê heye.

Dîsa zanyar destnîşan dikin ku bi veguherînin li ser mêjiyê jinên ducanî, jinên ducanî bi hêsanî dikarin pê bihesin ku zarok çi dikin, çi dixwazin û çawa ne?. Ji testên li ser mêjiyê jinên ducanî yên li wêneyê pêçekên xwe nihêrîne ku dema li wêneyê pêçekên xwe nihêrîne şûnên bi veguherînin mezin re rû bi rû mane hatine aktîf/çalakkirin, hate dîtin ku bandora veguherînên mêjiyê jinên ducanî çiqas mezin be, têkiliya dê bî pêçeka xwe re ewqas zêde û xurt dibû. Hoekzema û hevkarên wê xebatên xwe li ser fîlmên mêjiyê 25 jinên beriya ducanî bûnê û cara pêşin ducanî bûnê, pêk anîne. Dû re zanyariyên bidest xistî bi fîlmên mêjiyê jinên qet ducanî nebûne û bi fîlmên mêjiyê mêrên cara pêşin dibûn bav, dane berhev.

Mêjiyê jinên cara pêşin ducanî bûne, li gorî mêjiyê jinên qet ducanî nebûne û yên mêrên cara pêşin bûne bav, veguherînin pirr mezin derbaz kirine. Û pê re jî veguherînin li ser mêjiyê jinên ducanî, veguherînin mayînde bûne, lewre heman xebat piştî du salan dîsa li ser mêjiyê heman jinên ducanî bûn, pêk hatiye. Tûrenas Lise Elliotê ji Chicago Medical Schoolê ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye û di wê lêkolînê cih negirtiye rexneyê li lêkolînê digire û wiha dibêje; “Lêkolîneke balkêş û têrwate ye lewre bi hûrgilî û zelal tê dîtin ku maddeyên gewr veguherînin mezin derbaz dikin. Lêbelê xala ku zanyar têkiliyên dê û pêçekê destnîşan dikin, bi min ne rast e.”

Metîn Eser

Çavkanî: De Volkskrant / 21.12.2016

Bersivekê binivîsin