Lêkolînên Şûnwarnasên Swêdî

Lêkolînên Şûnwarnasên Swêdî

Lêkolînên Şûnwarnasên Swêdî

Şûnwarnasên Swêdî li Yewnanistanê li ser girekî ji nû ve vedîtina şûnwarekî pêk anîn. Şûnwarnas eşkere kirin ku girîngiya şûnwarê kevn yê 2.500 salî beriya vê lêkolînê ne ewqas hatibûye zanîn.

Şûnwarê kevn ya li ser gira Strongilovoúni li tenişta gundê Vlochósêyê ye 200 sal berê ji aliyê şûrwannasên herêmî hatibû vedîtin, lêbelê bi lêkolîneke dîrokî ya Zanîngeha Göteborg û Zanîngeha Bornemouthê hate dîtin ku şûnwar mezintir û girîngiya şûnwarê jî zêdetir bûye. Şûnwarê kevn li deşta bajarê Tesalyayê, bi qasî 300 kîlometreyê li başûrê Atînayê ye û ji ber ku deşt û berî ye bala mirovan nakişîne.

Ji berê ve dîtina jêmahiyên dîwarê hilweşiyayî li tapika (lûtkeya) girê û koşeyên girê pêkan bû, şûnwarnasên Swêdî vê carê bi amûrên lêgerînê yên bi teknolojîyeke xurt û berfireh têrkirî li binê rûyê erdê meydaneke kevn û bi wê meydanê ve girêdayî kûçeyên cihêreng vedîtin.

Xwendekarê şûnwarnasiya klasîk û dîroka klasîk Robin Rönnlundê ji Zanîngeha Göteborgê wiha dibêje; “Jêmahiyên şûnwareke ne girîng yên li ser lûtkeya girekî bi vê xebatê nehêniya xwe wenda dike û em bi vedîtina bajarekî kevn û mezin bextewar in.”

Destpêka “Vlochós Archaelogical Project (VLAP)” ji havîna derbazbûyî ye, bi qasî du hefteyan li wê girê şûnwarnas lêkolînên xwe pêk anîne. Ji bilî vedîtina bajarê kevn, şûnwarnas hin jêmahiyên beroş û vazoyên antîk bidest xistine.

Rönnlund wiha berdewam dike; “Gir, girekî pirr nehênî ye. Tê de bircên kavilbûyî, dîwarên dirêj û deriyên bajêr heye. Heya ji destê me hat, me kir ku em zêde erdê wê girê nekolin û ziyanê nedin bajarê kevn.”

Şûnwarnas diyar dikin ku mezinahiya bajarê vedîtî bi qasî 40 hektarê ye û ji sala 500î beriya Zayînê ye. Lê şûnwarnas bi guman in ku bajar di navbera sedsala 4 û 3yan beriya Zayînê ava bûye. Sedema çima bajar xera bûye jî ne diyar e.

Metîn Eser

Çavkanî: TT / 18.12.21016

Bersivekê binivîsin