Li Brîtanyayê Destûra Çêkirina Embriyoyê

Li Brîtanyayê Destûra Çêkirina Embriyoyê

Li Brîtanyayê Destûra Çêkirina Embriyoyê

Human Fertilisation and Embryology Authority (HFEA) ragihand ku di ezmûngehên Brîtanyayê de rê li ber çêkirina embriyoyên ji DNAya sê kesan hatiye vekirin. Bi vê rê û rêbazê dê jin bibin xwediyê wê îmkanê û bi xwe hilbijêrin daku zarok bi hin nexweşiyên irsî bêne dinyayê an na? Brîtanyaya-Mezin li seranserê cîhanê welatê pêşin e ku bi fermî, bi gotineke din bi qanûnî li ber wê rê û rêbazê vedike.

Parlementoya Brîtanyayê sala çûyî bi hin gavên piçûk li ser vê mijarê sekinî bû û biryarên girîng girtibû. Dîsa jî gotina dawîn a pispor û komîteya HFEAyê, lewre bê destûra HFEAyê pêkanîna ceribandinên li ser embriyoyê qedexe ne. Bi vê rê û rêbazê DNAya bixesar ya di şaneyê de tê paqijkirin û şûnên vala bi DNAya jineke din tê tijekirin.

Metoda nû dê rê li ber paqijkirina genên bixesar yên di mîtokondriyayê de vebike ku mîtokondriyayê re “pîl” jî tê gotin û têrkirina şaneyan dike, genên bixesar yên yên di mîtokondriyaya jinên ducanî de derbazî zarokan dibe. Dîsa ji vê rê û rêbazê re “pêçeka bi sê xwedî/DNA” tê gotin, lewre DNAya pêçekê ji sê DNAyê, ji DNAya du jinan û ya mêrekî pêk tê. Heya vê demê li seranserê cîhanê pêçeka pêşin ya bi DNAya sê kesan îsal li Meksîkayê bi xebata komeke pisporên Amerîkayê Xwedê daye.

Li gor yasayên Meksîkayê pêkanîna xebatên li ser embriyoyê ne bi zelalî be jî ne qedexe ye. Her çiqas ji bawermendên dînên cihêreng li hember vê metoda nû derketine û xwediyê bertekên tund bûne jî, hikûmeta Brîtanyayê bi piştgiriyeke xurt û bi biryarî yasayên ku rê li ber rê û rêbaza nû vedike, ji parlementoya Brîtanyayê standiye.

Metîn Eser

Çavkanî: BELGA / 26.12.2016

Bersivekê binivîsin