Li Seranserê Cîhanê Akîfer Dimiçiqin

Li Seranserê Cîhanê Akîfer Dimiçiqin

Li Seranserê Cîhanê Akîfer Dimiçiqin

Akîferên li seranserê cîhanê yek bi yek û bi awayeke lez û bez dimiçiqin, bi gotineke din ziwa dibin. Zanyar hişyar dikin ku rezervên li Hindîstan, Kaliforniya û Îspanyayê heya sala 2050yê dê bimiçiqe. Avnasa (hîdrolog) ji Colorado School of Mines ya li Goldenê, Inge de Graaf wiha dibêje; “Xebatên li ser akîferên li seranserê cîhanê yên heya vê demê pêk hatibûn, bi tenê ji daneyên satalaytê pêk dihatin, lêbelê daneyên satalaytê bi tenê ji projeksiyonên li ser heremên berfireh pêk dihat.”

Inge de Graaf di lêkolîna xwe de bi Zanîngeha Utrechtê re dixebite û li ser binyada/struktuela şûnên akîferan bi teknîk û daneyên nû xebatên xwe pêk tîne ku bi hêsanî dikare bibîne “çawa sûd ji akîferan tê girtin, bi çi awayî sûd jê tê girtin û akîfer dîsa bi çi awayî tê tijekirin?” Bi daneyên nû em derbarê deşt, zozan û deverên piçûk jî dibin xwediyê pêşbîniyên teqez û rasttir.

Graag wiha berdewam dike: “Rewşa akîferên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pirr bixeter e: Akîferên li hin heremên li Kalîfornayê bi qasî 20 salên din bê av dimînin. Heya sala 2050yê jî dê li seranserê cîhanê ji ber miçiqîna akîferan ku pirraniya ava li akîferan ji bo karên cotkariyê û vexwarina mirovan e, 1,8 mîlyar kes bê av bimîne.”

Graaf hefteya çûyî pêşbîniyên xwe raberî saziya American Geophysical Unionê kiriye û dîsa destnîşan dike ku pêdivî bi xebatên nû û berfirehtir heye.

Metîn Eser

Çavkanî: IPS / 26.12.2016 

Bersivekê binivîsin