Li Çînê Kiloxên bi du Qismî Hatin Vedîtin

Li Çînê Kiloxên bi du Qismî Hatin Vedîtin

Şûnwarnas li Çînê li herêma Henanê vedîtineke nedîtî, vedîtina kiloxên bi du peşkî/qismî pêk anîn. Kiloxên vedîtî ji du qisman pêk tê, qismek kiloxê mirov û qismek jî kiloxê neanderthalerî ye. Dibe ku şûnwarnas bi vê vedîtinê, vedîtina cureyeke mirov yê nenas pêk anîne. Neanderthalerî bi qasî 40.000 sal berê tune bûye, lê DNAya mirovê hemdem û ya Neanderthalerî bi çend detayên piçûk ji hev vediqetin lêbelê laşê Neanderthalerî xwediyê taybetmendiyên xweser e.

Bejna Neanderthalerî kurt û pihêt, û şiklê kiloxê neanderthalerî jî ji ya mirovê hemdem cuda bû û ji ber wê jî birûyên neanderthalerî qalind bû. Pispor Katerina Harvatî yê ji Zanîngeha Tübingenê wiha dibêje; “Vedîtineke pirr girîng pêk hatiye. Kiloxên li Çînê hatine bidest xistin, kiloxên hevbeş in, bi gotineke din, qismek ji kiloxê mirovê hemdem û qismek jî ji kiloxê neanderthalerî pêk tê. Lewre heya vê gavê ji fosîlên li rojhelatê Asyayê hatinê vedîtin, vedîtineke ku bişibe kiloxên hevbeş, tuneye.

Dema karker li Lingjingê ya li herêma Henanê ye, bi makîneyên kolandinê dixebitin, rastî kiloxekî tên û berpirsiyarên dewletê agahdar dikin ku li ser daxwaziya berpirsiyarên dewletê şûnwarnas destpê xebatên xwe dikin. Kiloxên hevbeş di navbera salên 2007 û 2014an de hatine vedîtin. Tê gumankirin ku kiloxên vedîtî yên mirovên bi qasî 105.000 sal heya 125.00 sal berê li wê herêmê jiya bûne, ye. Nêçîrvanên jêhatî û hostayên zîrek bûne.

Dîsa li wê der û dorê hestiyên hespan, îzdeharê, dewar û pezkûviyeke mezin hatiye dîtin. Lêkolînerên ji Academy of Sciences ya Çînî ku beşeke Zanîngeha Washingtonê ya St. Louisê ye, xebatên xwe li ser kiloxên vedîtî pêk anîne. Birû û hestiyên kiloxê ji yên neanderthalerî piçûk û şiklê kiloxê jî nêzikî şiklê kiloxê mirovê hemdem bû. Lê guh û paşiya kiloxê jî weke ya neanderthalerî bû.

Xiujie Wu wiha dibêje; “Dibe ku me vedîtina cureyeke mirovê nedîtî û nenas pêk aniye. Mirovê nedîtî û nenas li rojhelatê Asyayê û bi qasî 100.000 sal berê jiya ye.” Çend pisporên ji zanîngehên cihêreng jî dîtinên xwe wiha raber dikin; “Dibe ku kiloxên vedîtî, kiloxên “denîsovans”ê ye ku cureyeke nehên û veşartî ye û heya vê demê bi tenê DNAya pêçî û diranê denîsovansê hatiye dîtin. Fosilên vedîtî li Sîberyayê di şikeftê de hatibû vedîtin û lêkolîner ji xebatên xwe pêderxistine ku denîsovans di navbera 100.000 û 50.000 sal berê jiya bûne.

Metîn Eser

Çavkanî: Science

Bersivekê binivîsin