Li Çolistana Gobî Şûnşopa Îzdeharê
Li Çolistana Gobî Şûnşopa Îzdeharê
Lêkolînerên Moxol û Japonyayî li çolistana-Gobî ya li Mongolyayê şûnşopeke pirr mezin ya îzdeharê vedîtin. Şûnşopa îzdeharê bi qasî 106 santîmetreyê dirêj û bi qasî 77 santîmetreyê jî fireh e. Vedîtina şûnşopa îzdeharê meha çûyî ji vekolîna tebeqeyeke jeolojîk ya ku di navbera 70 û 90 mîlyon sal berê çêbûye, pêk hatiye.
Li gorî pêşbîniyên lêkolîneran şûnşopa vedîtî, şûnşopa çaqotên tîtanozorê ye, tîtanozor, bi gotineke din îzdeharê bi histûyê dirêj, kêmzêde 30 metre dirêj û 20 metre jî bilind bûye. Zanyarên ji Zanîngeha Okayamayê wiha dibêjin: “Vedîtineke pirr nadir e û hêjayê vekolînê ye.”
Metîn Eser
Çavkanî: BELGA / 18.10.2016