Hevpeyvîn bi Helîm Yûsiv re

Hevpeyvîn bi Helîm Yûsiv re

Hevpeyvîna Ligel Helîm Yûsiv

  Ez gelekî şa me ku ez karibim, çend dilop av ji kaniya ku Helîm kir Helîm Yûsiv bi we re parve bikim. Ew lawikê girê Şermola ye, di nav toz û dûmana girê Şermola de mezin bûye. Bi navekî din, ji Amûda Bavê Mihemed, yan jî Mihemedê Sehîd Axa, Zergayê û Sînema şewitî ye. Weke hemû zarokê Amûdê ew jî bi zarokên ji travmaya agirê sînemê re mayî jiya ye û ji nêzîk ve bûye şahidê serpêhatiyên sînemayê, yên erdê mayînkirî û qaçaxçiyên li ser sînoran. Bi demê re, ji ber zor û çewisandinê Girê Şermola ji wî stend, lê wî hezkirina wê kire çîrok, ji çîroka bû şano û dînên lehengê çîrokên wî li ser dikê şano derketin pêşberî me. Cara yekem min ew ji rojnameyên li Stenbolê ku bi tirkî û kurdî derdiketin û bi pirtûka ‘Mirî Ranazên’ li ser rupelên kaxezî nasî. Paşê min ew piştî neşirandina berhema min ya bi navê ‘Ji Te Hezkirin’ li stûdyoyên Medya Tv di 2007 de nasî. Ez wî ji bilî afiranida berhemên wî, weke dilsoz û ebadetkarê pirtûka dinasim. Ji kerema xwe re niha ka werin em kekê Helîm Yûsiv ji nêzîk ve nasbikin.

Newaf Mîro: Ji te Helîm Yûsiv kî ye?

Helîm Yûsiv: Ez di berhemên xwe de veşartî me. Yê ku bixwaze min nas bike, dikare wan berheman bixwîne.

Newaf Mîro: Zaroktiya te?

Helîm Yûsiv: Zarotiya min li Amûdê derbas bû. Di nav çîrokên çiyayên Omeriyan yên bavê xwe yê serxetî û çîrokên deştê yên diya xwe ya binxetî de, herwisa di nav têlên rêsayî û mayînên sînorên asê de. Di nav dorpêçkirina zuhabûnê û jehra dagîrkirin û qedexekirinê de, li pey kerên berradayî û di nav berxikên bêcirr de li çolan. Bi lîstina bixwas ya bi gogên ku me ji gore û paçikan çêdikirin. Bi perçebûna di navbera zimanê malê û zimanê dibistanê û yê polîs û karmendên dewletê de, wisa jî di navbera pirsên mezin ku ji gewdeyê zarotiya me mezintirbûn û bersivên mijokî ku bi destên biçûçik nedihatin zeftkirin, zarotiya min derbas bû. Tiştê herî zêde ku ji zarotiya min tê bîra min tirsa ji her tiştî ye û wekî din tiştekî xweş jê nayê bîra min.

1488874_10152092683933718_1491866218_n

Newaf Mîro: Berhemên te yên hatine weşandin?

Helîm Yûsiv: Sobarto – Tirsa bê diran – Gava ku masî tî dibin – 99 morîkên belavbûyî, roman in. Mêrê avis – Jinên qatên bilind – Mirî ranazin – Meme bê Zîn – Ausländer beg, pirtûkên çîrokan in.

Newaf Mîro: Gava meriv dibêje Amûdê, her zêde çi tê bîra te?

Helîm Yûsiv: Toz

Newaf Mîro: Gava meriv dibêje Sînema Amûdê, çi tê bîra te?

Helîm Yûsiv: Bêhna şewatê û giriyê dayikan ji aliyekî ve. Ji aliyê din ve jî biruslî – Bruce Lee, lehengê karatê, ku min bi dehêm filmên wî li sînema Amûdê dîtine, tê bîra min.

Newaf Mîro: Çima Amûdî li nîvê rêya trimbêla dimeşin?

14797525_1338267979530311_1858480810_n

Helîm Yûsiv: Ji ber du sedeman, yek jê ew e ku zêde jixwerazî ne û li gor dîtina wan xwediyê tirimpêlê neçare ku li bende yê dimeşe bimîne. ya din jî gundîtî ye, ji ber ku Amûdê hertim mîna gundekî bû û tevgera tirimpêlan di kolanên wê de pir kêm bû. Wekî din, heta niha lempeyên tirafîkê li Amûdê tune ne.

Newaf Mîro: Serxet, binxet û xetê çi bandor li ser zaroktiya te û berhemên te kiriye yan dike?

Helîm Yûsiv: Çawa wê xeta hesinî navê xwe da herdu aliyên sînor û mohra xwe li navê seranserê wî welatê perçebûyî xistiye, wisa jî mohra xwe li hemû çîrok û romanên min nivîsandine xistiye.

Newaf Mîro: Çi bû sedem ku tu û nivîskarî leqayî hev werin?

Helîm Yûsiv: Qeder bû. Tesadufek mîna nexweşiya penceşêrê bû.

Newaf Mîro: Nivîskarî çi ye ji bo te?

Helîm Yûsiv: Oksejîn e.

14797485_1338267492863693_822166366_n

Newaf Mîro: Nivîskarê ku tu jê bi bandor bû?

Helîm Yûsiv: Ewqasî pir in, heta radeya ku ez nikarim wan bihejmêrim.

Newaf Mîro: Pirtûka ku te gava cara yekem xwend ya te ji xwe re got; woow yan erriik?

Helîm Yûsiv: Romaneke dîrokî ya Curcî Zêdan bû. Kesê sereke yê romanê Selahudînê Eyûbî bû.

Newaf Mîro: Wêje çi ye?

Helîm Yûsiv: Hewildaneke têkçûyî ya dana wateyekê ye ji bo jiyanê.

Newaf Mîro: Tu ji kîjan beşê hunerê hezdikî?

Helîm Yûsiv: Ji romanê

Newaf Mîro: Kurd û wêje çi ji hevre dibêjin?

Helîm Yûsiv: Du cezîreyên ji hev cihê ne.

Newaf Mîro: Ol çi ye? Yan çi dide?

Helîm Yûsiv: Ol, encama têkoşîna mirovayetiyê ye, di riya kêmkirina tawan û bêdadiya ku dinya li ser avabûye. Lê li şûna kêmkirina tawanan bûye sedema pirkirina tawanan. Ji ber vê, di encamê de hemû ol kêm zêde di encamê de, mîna hev in.

Newaf Mîro: Felsefe, yan grîngiya felsefê çi ye?

Helîm Yûsiv: Nizanim

Newaf Mîro: Cara yekem cenabê te kengê êzîdî nasîn? Û berê wê bi te çawa dihate naskirin?

14699923_1338271132863329_39715881_n

Helîm Yûsiv: Ez ji biçûkaniya xwe de êzîdiyan nas dikim. Hin dostê bavê min yên êzîdî ji gundê Merkebê yê nêzîkî Amûdê hebûn. Merkebê gundê êzîdiyan bû. Bûyerên ku min biçûkanî li kolanên Amûdê dîtin û ez jibîr nakim, mêrekî êzîdî ji Merkebê hebû xwedî timbila mazotê bû. Mazotfiroş bû. Gava hin ji zarokên Amûdê ji dibistanê derdiketin û pêrgî wî dihatin, ji hev re digotin; ev êzîdî ye, xêzekê girover li dora wî çêbikin û ew ê nikaribe jê derkeve. Gava wî mazot ji xelkê re dadigirt, wan zarokan hewil didan wê xêzê li dora wî çêbikin. Yan jî bi dengekî bilind navê ku li cem êzîdiyan nayê gotin diqîriyan û wî jî kevir davêtin wan zarokan û ew ji dora xwe diqewirandin. Ev çavdêriyên min ên di derbarê êzîdiyan de, vê dawiyê hemû bûn êş û mixabinî.

Newaf Mîro: Tiştê te dixwest di jiyana te de tuneba?

Helîm Yûsiv: Hemû karên ji derveyî nivîskariyê

Newaf Mîro: Tu ji çi xusetê xwe ecizî?

Helîm Yûsiv: Diltenikî.

Newaf Mîro: Ger biba te dixwest dîsa werî dunyê? Yan jî weke çi û li ku bihata?

Helîm Yûsif: Dareke kesk li serê çiyayekî Kurdistanê

Newaf Mîro: Strana tu herî zêde jê hezdikî?

Helîm Yûsiv: Stirana Emê Gozê -Sîsilê – ya Memo yê Silo

Newaf Mîro: Bajarê te dixwest lê bijî?

Helîm Yûsiv: Amûdê

Newaf Mîro: Navên tu jê hezdikî? Jin û Mêr

Helîm Yûsiv: Lorîn û Robîn

Newaf Mîro: Çi bû ji Masî?

13603308_10154303500948718_2058755621833442476_o

Helîm Yûsiv: Masî, li Londonê fêrî ingilîzî bû ye û dixwaze xwe bigihîne xwendevanên zimanê ingilîzî li seranserê dinyayê.

Newaf Mîro: Pirsa te dixwest bihata kirin?

Helîm Yûsiv: Te tiştek nehişt.

Newaf Mîro: Ez li ser navê Malpera Felsefevan spasiya cenabê te dikim û dibêjim mala te ava. Spas ji bo herkesê ku me dixwîne û pê re jî xwedî li nirx, peyv û wêjeya xwe xwedî derdikeve.

Hevpeyvîn: Newaf Mîro

22.09.2016

Bersivekê binivîsin