Li Deşt û Zozanên Çînê Cureyeke nû ya Gîbonê Hate Dîtin

Li Deşt û Zozanên Çînê Cureyeke nû ya Gîbonê Hate Dîtin

Li deşt û zozanên Çînê vedîtina cureyeke nû ya gîbonê pêk hat û navê cureya nû jî Skywalker-hoolock e. Zanyar ji berê ve hin zanyariyên ku destnîşana cureyeke din ya gîbonê dikir, bidest xistibûn, zanyariyên bidest xistî ji çend detayên piçûk pêk dihat. Tevahiya endamên malbata hoelok (hoolock) bi biriyên spî û dîsa riyê pirraniya endamên malbatê spî ne, lêbelê post û dengê hoolockgîbona li Çînê ji yên din cuda ye. Ji testên genetîkî û muqayesekirina şert û mercên fîzîkî yên bi cureyên din re hatiye dîtin ku gîbona li Çînê ji cureyên din cuda ye, “tianxing” ku tê wateya livîna bihuştê jî, navê zanistî ye. Lê tianxing bi navê Skywalker-hoolock tê nasîn û ev jî ji ber ku di fîlma Star Warsê de kesekî bi navê Skywalker heye.

Sam Turveyê ji Zoological Society of Londonê ji BBCê re vegotina çîroka koma lêkolîneran yên li deşt û zozanên Çînê lêkolîna xwe pêk anîne, dike. “Divê tu 2.500 metre hilbikişî jor daku tu rastî gîbonê bê û dîsa divê tu serê sibehê zû şiyar bî daku tu dengê ajalên li wê hawirdorê bibihîzî. A rast, dema tu dengê ajalên li wê hawirdorê dibihîzî û rastî gîbonan tê pirr kêfxweş dibî û tu hemû zor û zehmetiyên ku te dîtibû, ji bîr dikî. Û bi ser de jî tu vedîtina cureyeke nû pêk tînî, ji vê rewşê xweştir rewş heye?”

Zanyar diyar dikin ku hejmara gîbonê li Çînê 200 heb e, li Bangladeş, Hindîstan û Myanmarê jî hene lêbelê hejmara gîbonên Bangladeş, Hindîstan û Myanmarê ne diyar e. Tiştê eşkere û eyan ev e ku gîbon gav bi gav ber bi tunebûnê ve dimeşin.

Metîn Eser

Çavkanî: BBC / 14.01.2017 

Bersivekê binivîsin