Mirov Ji Kombûna Çamûrê Çêbûye

Mirov Ji Kombûna Çamûrê Çêbûye

Mirov Ji Kombûna Çamûrê Çêbûye 

Mîkrobiyolog Thijs Ettema bi vedîtina malbateke mîkroban (hûrzindî) ya nehên û veşartî, karekî pirr girîng pêk aniye. Lewre koka mirov, nebat û tevahiya ajalan xwe digihîne wê malbatê. Di golên hêtûnî yên li Parka Yellowstoneê ne ku golên hêtûnî her bi peqpeqok in, û di bin kûrahiya deryayê de malbateke mîkroban ya nehên û veşartî ku koka mirov, nebat û ajalan ji wê malbatê ye, dijî. Mîkrobên piçûk bi heyîna xwe diyar dikin ku em li darê dinê ne heyînên serbixwe û cuda ne, lewre em bi kombûna mîkrobên çamûrê çêbûne. 

Li gorî rê û rêzikên biyolojiyê heyînên li ser rûyê erdê ji sê beşan pêk tê: malbata bakteriyan, malbata mîkroban ku jê re arkea jî tê gotin, û tevahiya heyînên bi dendika şaneyê (bi latinî jê re nucleus tê gotin”. Hemû heyînên ku em bi çavên serê xwe dibînin, heyînên bi dendik in û ji malbata eukariyot in. Bakterî û arkea piçûk û hêsan in, berevajiya wê eukoriyat xwediyê dendikên mezin û pirr zehmet in. Ettema û hevalên wî di çamûra ji Yellowstone, ji çemê Colorado, ji kûrahiya deryaya li nêzî Japonyayê, ji Norweç û Îskandinavyayê de arkeayê bi genên ku pirr zehmet û tevlihev in, vedîtî ye. Her wiha arkeayên vedîtî xwediyê kîsikekê ne ku di wê kîsika xwe de qilêr û toksîna xwe diparêzin. Ettema navên ji mîtolojiya Îskandinavyayê, Heimdall, Odin, Thor û Loki li mîkrobên nû kiriye.

Ettema wiha berdewam dike; “Piştî vê vedîtinê em mirov ji malbata eukariyotan dûrdikevin û li malbata arkeayê zêde dibin. Lewre em ji mîkrobên nû dibînin ku heyînên li ser rûyê ne ji sê beşan lêbelê ji du beşan pêk tê. Bi qasî 2 mîlyar sal berê ji mîkrobên-Asgard mîkrobek destpê karekî nû kiriye. Mîkroba Asgardê wergirtina bakteriyeke bi enerjî pêk aniye ku jê re mîtokondrî tê gotin, û hê jî em di şaneyên mirov de dikarin wê mîkrobê bibînin. Ji ber wê bakteriyê ye ku şaneyên me di roja îroyîn de ewqas tevlihev û zehmet in, û em dikarin bibêjin ku em Arkeayên-Asgardî yên bi mîtokondrî ne.”

Profesorê mîkrobiyolojiyê John van der Oostê ji Zanîngeha Wageningenê li ser vê vedîtinê wiha diaxive; “Bi ya min Ettema karekî pirr girîng û balkêş û peyitandina eukariyota pêşin ya ji arkeayê bûye, pêk aniye. Bi delîlên xurt û gavên mezin li ser şopa pêşiyên eukariyotan e. Lêbelê xala ku ez ne bi wî re me, xala heyînên ku li ser rûyê dinê ne ji sê beşan lê ji du beşan pêk tê, ye. Divê em hebekî din serê xwe pê biêşînin.” Van der Oost wiha didomîne; “Divê em mîkrobên-Asgardî bigirin ku çêkirina mîkrobên-Asgardî pirr û pirr zehmet e.

Ettema xebatên xwe yên li ser mîkrobên-Asgardî ne bi teleskopê pêk dihîne, di şûna wê serî li DNAyê dide. Eger em bi awayeke rêkûpek çekirin û mezinkirina mîkrobên-Asgardî pêk bihînin, em ê bi hêsanî bibînin ka şaneyên mîkrobên-Asgardî çawa ne?” Dîsa Ettema dîtinên xwe wiha raberî me dike; “Em bi guman in ku kok li mîkroba me ya pêşin hatiye û tune bûye. Lê em li ser şopa hin arkeayên-Asgardî yên ne vedîtî ne. Ez bi coşeke mezin li benda xebatên li ser arkeayên-Asgardî yên ne vedîtî ne, me.”

Metîn Eser

Çavkanî: De Morgen / 14.01.2017 

Bersivekê binivîsin