Li Rojavayê Awistralyayê Îzdehareke Nû Hate Vedîtin

Li Rojavayê Awistralyayê  Îzdehareke Nû Hate Vedîtin

Li Rojavayê Awistralyayê Îzdehareke Nû Hate Vedîtin

Li rojavayê Awistralyayê vedîtina îzdehareke nû pêk hat. Îzdeharê nû vedîtî îzdehareke pirr mezin e, lewre îzdehar kêmzêde 14 metre dirêj û 15 metre jî fireh bûye, 95 mîlyon sal berê li ser rûyê erdê jiya ye û weke Savannasaurus Elliottorum hatiye binav kirin.

Paleontologên Awistralyayî wiha didomînin; “Savannasaurus Elliottorumê endamê malbata îzdeharên giyaxwer û histû dirêj bûye, dirêjiya îzdeharê ji 12 metreyî heya 15 metreyî bûye û ji koma Sauropoda ye. Lêbelê mezinahiya vê îzdeharê ne bi qasî îzdeharên din yên ji koma Sauropoda ye, tilorên Savannasaurusê fireh û nigên wê qalind û bi pênc pêçî bûne.”

Hestiyên Savannasaurusê di sala 2005an de hatiye dîtin lêbelê paleontologên Awistralyayî heya vê demê jî nikaribûn îskeleta îzdeharê temam bikin. Îskeleta îzdeharê ji mazmazk/marîpişt, keriyên tilorê, qaqotên pêşin û keriyên parxanê, hestiyên nigên îzdeharê, histû û bocika îzdeharê pêk tê. Li Awistralyayê heya vê serdemê hestiyên îzdehareke ji koma Sauropodayê bi qasî hestiyên Savannasaurusê nehatiye bidest xistin.

Savannasaurus Elliottorum navê xwe ji David Elliot wergirtiye, David Elliot yek ji damezrînerên Australian Age of Dinosaurs Museumê ye, Elliot dema pezê xwe diçêrîne pergî hestiyê îzdeharê tê û piştre destpê lêgerîna li hestiyên îzdeharê tê kirin.

Lêkolîner wiha berdewam dikin; “Dibe ku rehê Savannasaurusê ji başûrê Amerîkayê be, û pêşiyên wî 100 mîlyon sal berê ku wê demê parzemîna Amerîkayê û Awistralyayê ji hev neveqetandî bûne ango bi hev ra girêdayî bûne,. ji parzemîna Amerîkayê derbasî parzemîna Awistralyayê bûne.” .

Metîn Eser

Çavkanî: Scientific Reports / 23.10.2016

Bersivekê binivîsin