Li Ser Felsefeya Serdema Nû Çend Gotin

Li Ser Felsefeya Serdema Nû Çend Gotin

Li Ser Felsefeya Serdema Nû Çend Gotin

Ramana nû, mirovan di navenda her tiştî de dît û mirov bûne navend. Pêşniyara Descartesî ya bingehîn, ev e: <Cogito ergo sum!> (Ez li ser hişê xwe me, ‘Ez bi xwe dizanim, têdigihêjime hebûna xwe’ lewma ez heme.) Ev pêşniyara Descartesî, ji bo pêkanîna felsefeyê dibe prensîbeke bingehîn û di dawiyê de di <Şoreşa Kant> de, digihêje xala/niqteya xwe a herî bilind.

Li gorî vê yekê tîna (aqil, zêhn û binehişê mirov) mirovî, rasterast berê xwe nade nesneyan. Nesne berê her tiştî, divê di tîna mirovî de werin bikaranîn. Zanayî, rasterast ne encama dengvedana nesneya/waneka ye; beravajiya vê yekê, encama têgihiştina hişê me ye. Bi vî awayî <Roja Nû> ya ku cîhana felsefî ronî dike, êdî ne <Cosmosa Grekan> û ne jî, <Xwedayê Serdema Navîn> e. Ev <Roja Nû>, ji bilî aqil; ne ti tişt e.

Rasyonalîzm û Empirîzm jî, di vê pêşveçûnê de dibin du tevgerên bingehîn. Di Rasyonalîzmê de mirov berî her tiştî; weke heyînên aqlî/aqilmend têne dîtin û li gorî vê tevgerê, biryara herî dawî aqil bi xwe dide. Di Empirîzmê de jî, mirovî weke heyînek sehekî ye û peywist e her cure felsefe, pişta xwe bide zemîna ezmûna/deneya sehekî. (Ji ber vê yekê jî ev tevger, weke Sensualîzmê jî tê bi bîr anîn.) Lê çi heye ku, di dawiya Serdema Nû de mengîweriya (îdealîzma) alman, carekê din berê xwe daye makro û mîkrokosmosa grekiyan.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

15.10.2014

Bersivekê binivîsin