Li Ser Pênaseya Kirdeyê (Suje, Subject, Ozne) Çend Gotin

Li Ser Pênaseya Kirdeyê (Suje, Subject, Ozne) Çend Gotin

Li Ser Pênaseya Kirdeyê (Suje, Subject, Ozne) Çend Gotin

Peyva <Kirdeyê> (Suje,Subject) ji yewnanî tê û di wateya ‘bingeh, spartek, palpişt’ de ye. Heta dema Descartesî, di wateya ‘sparteka nesneyan/wanekan’ de hatiye bikaranîn. Bi kurtasî kirde; heta dema zayîna felsefeya hemdem, ji bo vegotina ‘rasteqîniya der’ hatiye bikaranîn. Piştî Descartes jî, di felsefeya hemdem de wateya kirdeyê bi temamî hatiye guherîn. Ji wê demê ve, ew edî ne spartek û bingeha têgeha ye. Beravajiya vê yekê, ew êdî gelek têgehên ku bi hişê mirovî re têkildar in îfade dike; yên wekî fikirîn, hîskirin, darezandin û hwd. 

Dilêrîna kirdeyeke bi vî rengî, xwediyê çend taybetmendiya ye. 

1- Li hemberî zanayiyê, heyînek rasyonel û îradî ye.

2- Kirdeya hemdem, baweriya xwe bi aqil tîne.

3- Kirdeya hemdem, baweriya xwe bi zanist û pêşveçûna mirovahiyê tîne.

4- Ji bo kirdeyê (ozneya, sujeya, subjecta) hemdem, aqil; ji hestan bi qîmettir e.

5- Xebathez, rêzdar û xwedîberpirsiyar e.

6- Kirdeya hemdem ji ber ku ji paşerojê/siberojê bawer e, paşeroja/rabirduya xwe pêşnûma dike.

7- Kirdeya hemdem dema pêwîst dibîne, dikare dev ji xweşikiyan berde.

8- Kirdeya hemdem, dikare baweriya xwe bi projeyên sîyasî bîne û girêdayê armancên îdeolojîk be.

9– Kirdeya hemdem ji îradeya azad, maf û serbestiyên şexsî bawer dike.

10- Li hember ramanên pirraniyê, rêzgir/hurmetkar e.

11- Ji bo qenciya pirraniyê, dikare dev ji berjewendiyên xwe berde.

12– Li hemberî zagonên rasyonel, rêzgir û lihevhêner e.

13- Wisa bawer dike ku, lêgerîna heqîqetê ne vala ye.

Di dawiyê de mirov dikare bibêje ku kirdeya hemdem û nûjen, wan taybetmendiyên xwe yên ku me li jor qala wan kir, hewcedarî hegîna zanîn û zanayiyê ye.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com 

20.02.2015

 

Bersivekê binivîsin