Li Ser Pênaseya Bireserê (Nesne, Heyber, Obje, Object) Çend Gotin
Li Ser Pênaseya Bireserê (Nesne, Heyber, Obje, Object) Çend Gotin
Dema ku em behsa kirdeyê bikin û bibêjin ku taybetmendiya wê/wî ya herî bingehîn ‘zanîn’ e, wê demê ev yek tê wê wateyê ku em behsa hindek tiştên/heyberên ku bala kirdeyê dikşînin jî dikin. Ango kirdeya ku zana ye, hewcedarê heybera ye ku wê wan bike babeta zanîna xwe. Ev heyîn, di felsefeyê de bi navê heyber/bireser (nesnetêne bi nav kirin.
1- Heyber, deng li sehekên me dikin, di cîhana rasteqîn (der, derve) de cîh digrin, li fezayê cîhekî wan heye, xwediyê baresteyekê (hacmeke) ne û dikarin bibin babeta ezmûn/deney û çavdêriyên kirdeyê.
2- Heyber, di heman demê de di hişê (şiûra, hişmendiya) kirdeyê de jî xwediyê cîhekî ne, kirde bi wan dizane û wan nas dike.
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
20.02.2015