Li Ser Têgeha Hişmendiyê (Hiş, Şiûr) Çend Gotin

Li Ser Têgeha Hişmendiyê (Hiş, Şiûr) Çend Gotin
Li ser hişmendiyê danasîneke hevpar tunebe jî; lewra hêjî bi temamî nayê zanîn ka çi ye û çawa ye, mirov dikare bibêje ku wekî ‘navenda têgihiştina kirdeyê’ tê bi nav kirin.
Li gor vê yekê, kirde vedigere xwe û têdigihêje hest, raman, tevger, têgihîn (bîrbirî, îdraq) û zanayiyên xwe. Li hêla din jî, bi alîkariya hişmendiyê; kirde dikare ji derve ve wekî heyberekê li xwe mêze bike û xwe binîrxîne. Di dawiyê de mirov dikare bibêje ku di rewşa hişmendiyê de mirovî hem têdigihêje çalakiya/xebata zanînê û hem jî têdigihêje naveroka wan çalakiyan.
Ali Gurdilî
[email protected]
20.02.2015
Latest posts by Felsefevan (see all)
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021