Li Ser Zanayiya Rojane û Şîretên Dê û Bavan

Li Ser Zanayiya Rojane û Şîretên Dê û Bavan

Li Ser Zanayiya Rojane û Şîretên Dê û Bavan  

Dê û bavê me, gelek zanyariyan ji dê û bavê xwe fêr bûne û wan jî, bi heman şêweyî wan zanyariyan fêrî me kirine. Pirî caran jî, dema ku teşqeleyek qewimî ye yan bûyerek pêk hatiye, ji çavdêriya wan jî zanyariyan top kirine, yan bûne xwediyê wan zanyariyan. 

Mesela ji me re her dihat gotin ku divê em ava cemidî zede venexwin, da ku em nexweş nekevin. Yan, <lawo li ser betonê rûneyne, dê zikê te biêşî.> Yan jî, <îro dinya ewrdar e, dê baran bibare.> Yan jî, <ava gihayên çolê ji qirika mirovan re baş e.> û hwd. 

Hem mezinên me, hem jî em wusa difikiriyan ku ev zanayî rast in û encamên wan her weke xwe ne. Lê rastî ne wusa ye. Ev zanayî herdem bi kêr nayên, her car rast dernakevin yan jî encamên wan ne misoger in. 

Mesela her roja ku dinya ewrdar e, baran nayê. Yan ji hemû insanan re ava gihayên çolê, mirov nikare bibêje ku baş e. Ji vê cure zanayiyê re, Zanayiya Rojane tê gotin ku ev zanayî, ne zanayiyek zanistî ye. Xwe naspêre ezmûnan û di serboriyên/azmayişên jiyanê de tê hilberandin. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

02.01.2015

Bersivekê binivîsin