Li Zanistên Formel / Fesalî Çend Gotin
Li Zanistên Formel / Fesalî Çend Gotin
Di nav cîhana pirsan de hinek pirs hene ku mirov bi hêsanî dikare wan bibersivîne û nekeve tu gumanan. Ev pirs jî, pirsên emprîk in û mirovî dikare bersiva wan, bi rêya çavdêrî yan jî ezmûnan misoger bike. Mesela em bi hêsanî dikarin bibêjin ku Amed, bajarê herî mezin yê Kurdistanê ye û vê zanayiyê, bi rêya lêkolînên demografîk û belgeyan, dikarin îsbat jî bikin. Lê ne pêkan e ku em pirsên matematîk û geometriyê, bi vî awayî bibersivînin. Ango, pirsa 2X2=? ê, em nikarin bi rêya ezmûn û çavdêriyan bibersivînin, yan jî îsbat bikin. Em ancax dikarin xwe bisperin aqil û bi vê rêyê dikarin bersiva vê pirsê bidin. Ji van celeb zanistan re, zanistên fesalî (zanistên formel) tê gotin.
Ê baş e, sebebê binavkirineke bi vî rengî çi ye gelo?
Lewra, zanistên fesalî xwe naspêrin ezmûn û çavdêriyan. Em ne dikarin hejmara <yek> ê di laboratuaran de hilberînin û ne jî, li ser rê em dikarin li wan rast werin. Zanistên fesalî, bi temamî li gor hêmanên (prensîbên) aqil û mentîqê û bi rêya deranan dixebitin. Matematîk û mentîq, ewilî hindek danasînan didin me û ji van danasînan dest pê dikin û hindek deran têne bidestxistin.
Çend taybetmendiyên zanistên fesalî
1- Zanistên fesalî/formel bi temamî xwe disperin aqil û hêmanên (prensîbên) aqlî.
2- Karên xwe bi danasînan/pênaseyan û bi deranên ku xwe dispêrin wan deranan didomînin.
3- Mijarên wan, razber/soyut/nedîtbar in.
4- Heyînên ku dibine mijara zanistên fesalî, di zeman û mekanê de cîh nagrin.
5- Zimanekî sembolîk bikartînin, ji ber vê çendê jî, zanistên çêkirî û îdeal in.
6- Zanistên xwezayê û zanistên mirovî, ji zanistên fesalî sûdwerdigrin û bi xêra vê alîkariyê dibine zanistên nesnel û teqez.
7- Rêbaza deduksiyonê bikartînin.
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
01.04.2014