Ma hûn bi vî zimanî serbilind in?

Ma hûn bi vî zimanî serbilind in?

Gelî canik û camêrino! ‘Kurdên kurdiya wan ji wan hatî dizîn,“ ne têde.’

Heyyyy! Kurdên bîr û hişmendiya wan bi tirkî hatî şêlûkirin, Kurdên bi tirkî xwe zana, serbilind û nûjen hîs dikin, Kurdên di we baweriyê de ne ku her kes bi tirkî fêm dikin, Kurdên bi giyaneke biçîkketiyê şermezar li kurdî dinêrin, Ma hûn hajî hene ku hûn nexweşên psişokronîk, şîzofrenxulamî yên evîndarê zimanekî herî melûl in? Hûn bi wê helwesta xwe ji dê û bav, ji kal û pîrên xwe şerm dikin?

Mînakek ji tirkiya we ya zimanê dunya û axretê: „Cup“ a ingîlîzî girtin, kirin „kap“ ji vê jî; ev gotin çêkirin: Pislîkkabi > sukabi > yemekkabi > ayakkabi > bokkabi. Ma hûn bi vî zimanî serbilind in?

Fêrgîn Melîk Aykoç 

17.02.2016

Bersivekê binivîsin