Neanderthalerên Mirovî

Neanderthalerên Mirovî

Cureyeke mirovî ya bi navê ‘Neanderthaler’ ne ewqas kêmaqil bûn. Dibe ku 50.000 sal berê bi bikar anîna tozeke taybet agirê xwe vêdixistin. Rêbaza vêxistinê ya bi vê shiklî ji aliyê nêchîrvan û koleksiyonciyên vê demê nayê zanîn. Shûnwarnasên (arkeolog) Leiden û Delft (li Hollandayayê ne) diyar dikin ku ev jî ‘zanîn û têgihîshtina’ wan eshkere dike. Lêkolîneran li ser keriyên mangandîoksîtê nihêrîn ku di dema kolandinê ya li Dordogneya Fransayê hatibûn dîtin. Heya vê demê dihate texmîn kirin ku Neanderthaleran bo xemilandina lashên xwe tishtekî resh bikar dianîn. Lê bo vê derbirînê hin chavkaniyên din hate bidest xistin.

Herwiha keriyên bimangandîoksît li der û dora shûnên agir vêxistinê de hatin dîtin. Pishtî testkirinê diyar bû ku mangandîoksît hêsantir û zû bi zû vêketina darûchilo dike. Germahiya ku bo vêketinê divê, ji dereceya 460an dadixîne dereceya 350an. Lêkolînera Marie Soressi dibêje; ‘vêxistina êgir hêsantir dike û agir bashtir vêketî dimîne’.

Soressi wiha didomîne, mangandîoksît li her derê Dordogneyê tê dîtin. Kevireke nerm e û bi xwe xwe vênakeve, ji vê jî tê fahm kirin ku Neanderthal di xwezayê de bi halekî vêxistî nedîtine û bi xwe xwe vêxistina mangandîoksîtê kifsh kirin e.

Werger: Metîn Eser 

Chavkaniya nûcheyê ‘BELGA’ 

Bersivekê binivîsin