Ali Bayram: Felsefe, pirs û guman e.

Ali Bayram: Felsefe pirs e, guman e û tevger û daxwaza guhertinê ye û meşek bê dawî ye.
Mirov bê navber li wateya tiştan, li wateya jiyan û hebûnê digere. Kodên xwezayê, raz û esrarên jiyanê dinase û navekê li lêgerîn û lêpirsînên xwe dike. Hêza mirov bi hikûmraniya wî ya li ser tiştan ve girêdayî ye û zanyariyên wî ya li ser tiştan çendî kaîm û qewî be mirov ewçend xurt e. Felsefe daxwaza zeftkirina mirov ya li ser zannyarî û zanistê hez û mereqa wî/wê ya digel gumanbariyê ye.
Jiyan bi pirsê destpê dike. Pirs bersîvê bersiv heqîqetê diafirîne. Ew bazina ku mirov li dor xelekên rastiyê digerîne ji alîyê dî ve mija gumanê zédetir dike û rê li ber felsefeyê vedike. Ji ber ko felsefe pirs û pirsgirêkên bi giştî mirovî eleqedar dike weke mijar hildibêjere û ravekirina van kêşeyan weke problemeke sereke dibîne.
Ji ber ko temenê mirov bi wextî ve girêdayî ye û heta îro kesê şerbeta nemiriyê venexwariye hebûn û ti (nebûna) mirov weke êşeke bê dawî serê mirov diêşine. Mirov ji kû hatiye û ber bi kû ve diçe.Jiyan li kû despêdike û li kû diqede. Piştî mirina fîzîkî cîhanek dî ya mirov xwe lê vejîne heye an nîne? Pirs pirsê bersiv pêdiviya felsefeyê ferz dike.
Di gelek ol û bawerîyan de zanyariyên pîroz, tekstên dernîqaş hene ku mirov nikare gumanê bibe ser rastî û xeletiya wan. Lê ji bo felsefeyê tişta herî pîroz pirs bixwe ye û di felsefeyê de pirsa neyê kirin tişta guman jê neyê birin nîn e. Mirov qadir e her tiştî bi eqil û felsefeyê bikêşe û bipîve. Mija li ser zanyariyan heta ko neyê rakirin û heta ko sînorên raz û nepeniyan neyê bezandin heqîqet nayê kifş kirin. Felsefe vekolîna hiş û mejî, gumanbariya digel hemî pergal û rastiyên damezirandiye. Her wisa guman dikare bibe egera ruxandina hemî ezber, kevneşopî û pergalên dîrokî. Felsefe pirs e, guman e û tevger û daxwaza guhertinê ye û meşek bê dawî ye.
Ali Bayram
05.03.2016
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021