Nirxên Neteweyên Serdest

Nirxên Neteweyên Serdest

‘Çi dema ku kurd, li Tirkiyeyê wekî neteweyekê werin pejirandin û hemû mafê wan ê şexsî, komelî û civakî bi zagonan werin destnîşankirin û mafê wan ê destnîşankirina çarenûsiyê were qebûlkirin û çi dema ku dewleta dagirker ya tirkan ji bo siyaseta xwe ya hovane û tunekirinê ji temamiya kurdan lêborîna xwe xwest, wê demê dibe ku hezkirina me ya alaya wan dest pê bike.

Ligel vê yekê, em tucar ji alaya wan netirsiyane û natirsin jî. Tirs tiştek e û hezkirin jî, tişteke din e. Hezkirin jî, bi darê zorê nabe. Lewma jî heta ku meriv heqê xwe li hevdu helal neke, hezkirina ji nirxên neteweyên serdest û zordest, dereweke mezin e û pûç e.’

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

27.12.2015

Bersivekê binivîsin