Mafê Dewleta Kurdî

Mafê Dewleta Kurdî

Ji hemû miletên dinyayê re dewlet rewa ye, heq e, meşrû ye; lêbelê bi tenê jî kurdan re xirab e, ji kurdan re qebhet e!!!?

Nursal Aydogan’a nûnera HDP’ê gotiye ku ‘hemû dewlet, alavên zordestiyê ne û xirab in. Heke dewleta kurdan jî ava bibe, dê ew jî dewleteke zordest û xirab be.’ Madem hemû dewlet xirab in, çima tu di dewleteke zordest û dagirker de nûnertiya kurdan dike? Çima pêşî tu vê dewletê hilnaweşînî? Çima tu dibêjî, em ê vê dewletê demokratîze bikin?

Dewlet, saziyeke jiyana civakî ye û di vê serdemê de, saziyeke jêneger e. Xwezî ne wuha bûya, lê mixabin wuha ye. Dibe ku rojekê li temamiya cîhanê jiyaneke komînalî dest pê bike. Lêbelê heta wê rojê, avakirin û parastina mafê dewleta kurdan, mîna şîrê dayê ji me kurdan re helal e û heqê me ê rewa ye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

27.12.2015

Bersivekê binivîsin