Nurettin Olcay: Felsefe, lêgerîna rêgez û sedemên pêşî ye.

Nurettin Olcay: Felsefe, lêgerîna rêgez û sedemên pêşî ye.

Nurettin Olcay: Felsefe lêgerîna rêgez û sedemên pêşî ye.  

Beriya ku em li bersiva pirsa xwe yî pêdivîya me çima bi felsefeyê heye bidin, kurt be jî, gelo pêşî dê ne baştir be ku mirov wateya felsefeyê bi xwe rave bike an jî şîrove bike?

Felsefe bi wateya xwe yî gelemperî; lêkolîna di derheqê mirov û gerdûnê de ya berbifereh û kûr e.

Bi wateya xwe yî kevin û xususî jî lêgerîna rêgez û sedemên pêşî ye.

Felsefe heya sedsala XVIII. beremberî lêkolînên rêgez û sedemên pêşîn bû. Bi vê teybetmendîya xwe weku metafizîkê bû.

B.Z di sedsala VI. de  Pythagoras ji devêla “Sopho”yê (agahî) ve têgiha “Philosophos” yanê agahîhez/zanayîhez bi kar anî. Peyva “Philos” bi wateya xwe dost û peyva “Sophia” yanê zanayî anîne dev hev û peyva ku herî kevin ya di derheqê mirov û gerdûnê de lêkolîn dikir û dike“ Philosophî çespand.

Felsefe ji bo yî ku mirov tiştên ku di gerdûnê de diqewimin, tê bigihin derketîye. Jixwe felsefe tiştên heyî wisa xwerû qebul nake lê dipirse, mîna pirsa gelo mirov kî ye? Bê guman ji kevin ve weku heya roja îro bi sedan feylozofan bersivên cuda dane, ji ber ku herkesek ramana xwe heye!

Felsefe wateyê dide jiyana mirov, xweşî û nexweşîye nîşanî mirov dide.

Teybetmendîyeke din ya felsefeyê ew e ku mirov bibe xwedî zanyarîyan, lê di gumana min de teybetmendîya herî girîng ew e ku mirov fêrî hizirînê dike û rêyên cur bi cur nîşanî mirov dike, ye.

Çi fêdeya felsefeyê ji bo me Kurdan heye, pêdivîya me çima bi felsefeyê heye?

Neteweyeke mîna Kurdan ku ne bi tenê xaka wan, mêjiyên wan jî ji alîyê dagirkerên wan ve tê manupîle kirin, felsefe weku pêdivîyeke sereke fena nan û avê ji wan re girîng e.

Gelo felsefe hewqasî bi hêz e ku kesekî /ê netewekî an jî civakekê rizagar bike? Nexêr! Lê mirov dikare bi felsefeyê bi pirsên xwe yî birêûpêk rêya rizgarîyê bibîne. Ev jî gava yekem e ku mirov bikeve tevgerê. 

Cegerxwîn xweş dibêjî , lê kurd ne çê gihane

Tim gewheran dirêjî li cem wan bê buhane

Ev pîsî û qerêjî, ne yên kurdên niha ne

Zingar gihaye mêjî, lew dîn dikin behane

Bêguman, Cegerxwîn ne bêyî lêpirsînê yan jî felsefeyê gihaye vê encamê…

Nurettin Olcay

07.03.2016 

Bersivekê binivîsin